Serdozgeriya Tirk ya Dêrsimê piştî 3 salan cenazeyê Agît Îpek xist pakêteke kargo û bi riya PTT’ê ji malbatê re şand.
Cenazeyê Agît Îpek (Kemal Berxwedan) yê HPG’yî ku di operasyona leşkerî ya 23’yê Gulana 2017’an de li Girê Xelasor a Dêrsimê jiyana şehîd bûbû, piştî 3 salan ji mallbatê re şandin. Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê piştî encama testa DNA’yê li ATK’e ya Stenbolê, bi kargoyê hestî xistin pakêtekê bi riya PTT’ê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand. Cenazeyê Agît Îpek ku 2’yê Adarê ji Dersimê şandin Amedê, 10ê Nîsanê teslîmî malbata Îpek a li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê kirin. Gulana 2019’an rayedarên dewleta Tirk ya dagîrker li malbatê geriyabûn û diyar kiribûn ku cenazeyek hatiye dîtin. Li ser vê malbat çûbû Dêrsimê û ji bo testa DNA’yê xwîn dabûn.