Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCK: Divê derbarê tenduristiya rêber Ocalan de agahî were girtin

13/04/2020
in Uncategorized
A A
KCK: Divê derbarê tenduristiya rêber Ocalan de agahî were girtin
Share on FacebookShare on Twitter

KCK’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa rêber Abdullah Ocalan ku di dema pandemiya Koronavîrûsê (Covid-19) de agahî jê nayên girtin û wiha diyar kir: “Niha têkildarî tenduristî û ewleyiya Rêberê Gelê Kurd ti agahî nayên girtin. Di dema koronavîrûsê de mafê herî xwazayî ye ku malbat û parêzer derheqê tenduristî û ewleyiyê de agahiyê bistînin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha da zanîn:
‘’Vîrûsa koronayê ku li seranserê cîhanê belav bûye, li Kurdistan û Tirkiyê di demeke kurt de belav bûye. Hatiye dîtin ku ev vîrûs li deverên sar û hêwî û li bajarên mezin pirtir belav dibe. Herwiha deverên ku mirov bi hev re lê dijîn, bi hev re lê dixebitin û çalakî tên kirin vîrûs bi leztir belav dibe. Ji ber wê tê gotin li girtîgehan rîska belavbûna vîrûsê zêdetir e. Jixwe ji ber vê sedemê saziyên mafên mirovan ku li cîhanê kar dikin, bang dikin ku di serî de girtiyên siyasî, girtî tev werin berdan. Ji ber vîrûsê tê xwestin ku girtiyên li Kurdistan û Tirkiyê û yên cezaxwarî werin berdan.
Dema vîrûsa koronayê li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê serdanên malbatan hatiye qedexekirin, axaftinên bi telefonan jî heftane bûne du car. Lê Rêberê Gelê Kurd li Îmraliyê ne dikare malbat û parêzerên xwe bibîne û li gel ku hatiye xwestin jî ne dikare bi malbat û parêzerên xwe re bi telefonê biaxive. Niha derbarê tenduristî û ewleyiya Rêberê Gelê Kurd de ti agahî nayên standin. Dema vîrûsa koronayê mafê herî sirûştî ye ku malbat, parêzer derheqê tenduristî û ewleyiyê de agahiyê bistînin. Ji vî alî ve pir girîng e ku derbarê tenduristiya Rêberê Gelê Kurd de agahî were standin. Gelê me dixwaze derheqê tenduristî û ewleyiya wî de agahiyê bistîne.
Di roja me ya îro de ku mirovayî tev di nava şokê de ye, ji her demê pirtir pêwîstiya civakê bi proje û pêşniyarên rêber Apo yên li ser pirsgirkên rûdidin, heye. Di vî warî de tenduristî, ewleyî û mercên azad ên xebatê yên rêber Apo di serî de ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navî ji bo ji tevayiya mirovayiyê re xizmetê bike, erkê gelê me û mirovahiyê ye têkoşînê bike.
Divê gelê Kurd li gel hêzên demokratîk ên Tirkiyê û Rojhilata Navî dîsa raya giştî ya cîhanê di mijara tenduristî û ewleyiya rêber Apo de tim di nava têkoşînê de be, divê bilez agahiyek ji rêber Apo bê girtin.”

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.