Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

WHO berûvajî destûr û rêgezên xwe tev digere

13/04/2020
in Uncategorized
A A
WHO berûvajî destûr û rêgezên xwe tev digere
Share on FacebookShare on Twitter

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) îdia dike ku li gorî rêgezên destûrê dimeşe, ango bê ku cudabûnê bixe navbera mirovan parastina mafên mirovan dike. Lê di rastiya xebata xwe de ne wisa ye û mafên mirovan binpê dike.
Li seranserê cîhanê Koronavîrus (Covid-19) bûyera herî girîng e û yekîtiya tevayiya cîhanê bi xwe re ava kir. Lê Rêxistina Mafên Mirovan û WHO ku rêgez û destûrên van rêxistinan li ser esasê mirovî hatine avakirin, ne wisa ye û berûvajî karê xwe tev digerin. Îsbata vê yekê jî, di demeke wiha de ku pêwîstiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi alîkariyê heye ku parastina xwe ji Koronavîrûsê bike, rêxistinên tenduristiyê û yên parastina mafên mirovan bêdeng in.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê 13’ê Adarê sindoqa alîkariya têkoşîna li dijî vîrûsê ragihand û bi armanca hevkariya kar û xebata cîhanî û parastina mirovan ji xetera vîrusê, destek da.
WHO PÎVANAN BINPÊ DIKE
WHO Tîrmeha 1946’an bi armanca piştgiriya qada tenduristiyê, bê cudabûn parastina gelan bike, herwiha cudabûnê nexe nava olan, siyaset, aborî û civakî hat avakirin. Lê di rastiya xwe de berûvajî rêgezên xwe tev digere. WHO li ser bingeha rêgezên li jor hatine diyarkirin, îsbata girêdana xwe bi rêgezên di destûrê de hatine diyarkirin, dike. Herwiha rêxistinê îşaret bi parastina selametiya tevayiya gelan dike, xwe dispêre hevkariya di navbera ferd û dewletan de û alîkariyên tibî dide her kesî.
WHO tevî ku destek da hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk ên bi navê “opozîsyona Sûriyê” lê heta niha ti alîkarî nedaye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku pêşî li belavbûna Koronavîrusê bigire.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku têkilî di navbera wan û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de heye, di demên dawî de gelek civîn bi hev re li dar xistin, Rêxistinê soza pêşkêşkirina alîkariyê da lê heta niha tiştek pêk neaniye.

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.