Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Rola huner û hunermendan di vê pêvajoya girîng û hesas de pir pîroz e’

13/04/2020
in Uncategorized
A A
‘Rola huner û hunermendan di vê pêvajoya girîng û hesas de pir pîroz e’
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Tevgera Çand û Hunerê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Botan, derbarê rola çandê ya di nava civakê de û bandora wê li mirovên herêmê nirxandin kir û got; “Rola huner û hunermendan di vê pêvajoya girîng û hesas de pir pîroz e û hişyariyeke mezin dide civakê. Îro em hemû di ber civaka xwe de berpirsyar in.”

Tevgera Çand û Hunerê di civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di nava rewşên herî zehmet de xebata xwe her domand. Di rewşên şer û êrîşan de xwedî rolên pêşeng bû. Bi derxistina stiranên şoreşê hestên civakê her geş kirin. Herwiha di nava vê rewşa heyî de jî a derketina nexweşiya Vîrûsa Koronayê, Tevgera Çandê dîsa bi hunerê xwe dilê mirovên civakê rehet dike û rewşeke dûrî tirsê dide avakirin. Têkildarî mijarê Hevseroka Tevgera Çand û Hunerê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Botan, rola çandê ya di nava civakê de û bandora wê li ser mirovên herêmê nirxand.

‘ROLA HUNER Û HUNERMENDAN Dİ VÊ PÊVAJOYA GİRÎNG Û HESAS DE PİR PÎROZ E’

Nesrîn di destpêka axaftina xwe de li ser rola Çand û Hunerê ya di nava civakê de axivî û wiha got: “Rola huner û hunermendan di vê pêvajoya girîng û hesas de pir pîroz e û hişyariyeke mezin dide civakê. Hunermend bi riya staranên xwe hestên xwe tînin ziman û bi nivîs, tablo, şanoyên xwe civakê hişyar dikin. Ji bo wê jî em dikarin bêjin ku heta asteke bilind civaka me li hestê hunermend guhdar e.”

‘EM HEMÛ Dİ BER CİVAKA XWE DE BERPİRSİYAR İN’

Nesrîn derbarê biryarên Rêveberiya Xweser ên ji bo nexweşiya Vîrûsa Koronayê nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Di nava rewşa heyî de û ji bo ev Vîrûsa Koronayê li herêma me dernekeve, biryarên Rêveberiya Xweser di cih de bûn. Em jî wek hunermend bi rêklamên piçûk, bi şanoyên ku gel baldar bikin tevlî vê pêvajoyê, bûn. Lewre ev ne erkê aliyekî tenê ye, îro em hemû di ber civaka xwe de berpirsiyar in. Gelê me jî li van biryaran xwedî derdikeve. Tevî rewşa heyî jî karê me yê hunerî ranewestiyaye. Lewre di zerfên mîna şer û êrîşan de em bi hunerê jiyan û bi gelê xwe jî dida jîyîn, di wê navê de rehetiyek di nava dilê wan de çêdibû. Civak û hunermend bi hev re girêdayî ne û baweriya gel bi hunermendan heye.”

‘SÎSTEMÊN DESTHİLATDAR NAXWAZİN JİN Bİ ÇANDÊ RE BİJÎ’

Nesrîn di dawiya axaftina xwe de destdirêjiya sîstemên serdest ya li ser çanda jinê nirxand û wiha pê de çû: “Ji dîrokê heta niha, dijminatî ji aliyê sîstemên desthilatdar ve ji çanda jin re tê kirin. Jin di nava kîjan beşa jiyanê de çalak be, dibe hedef. Bi taybetî çanda jinê ya ku her zindî maye bû hedef. Herî dawiyê jî li Bakurê Kurdistanê hin hunermend ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin, di vê navberê de ji bo berdewamiya xeta têkoşîna jinê hunermend Hêlîn Bolek çalakiya grevê dest pê kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Em dikarin bêjin sîstemên desthilatdar naxwazin jin bi çandê re bijî. Lewre eger çand zindî bibe ev civak jî rih pê tê û derdikeve pêş. Têkoşîna jinan ji bo çand û hunera xwe, kesayeta jina azad diafirîne.”

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.