Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di pêvajoya pandemiyê de şidet zêde bû: Dewleta Tirk jinan nabîne

13/04/2020
in Uncategorized
A A
Di pêvajoya pandemiyê de şidet zêde bû: Dewleta Tirk jinan nabîne
Share on FacebookShare on Twitter

Jinan diyar kir ku bi pêvajoya vîrûsê re bangên ‘li malê bimînin’ tên kirin û ji ber vê şidet û kuştina jinan jî zêde bûne û gotin, “Dewleta Tirk nikare jinan ji nedîtîve bê.”

Piştî vîrûsa korona li seranserê cîhanê belav bû, şideta li ser jinan jî zêde bû. Li Tirkiyê di 20 rojên ewil yên vîrûsê de 21 jin hatin kuştin. Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyê (TKDF) diyar kir ku gelek jinan serî li Xeta Lezgîn xistiye û gelek saziyên jinan jî diyar dikin ku jimara jinên rastî şidetê hatîn zêde bûye.

Bi bangên ‘li malê bin’ re şideta mêra a li ser jinan zêde bû. Jinan bertek nîşanî rewşê da û diyar kirin ku hikûmetê ti tedbîr negirine.

‘XİZMET NİHA BİSÎNOR BÛYE’

Ji Weqfa Piştgiriya Jinan Nîhan Darmarli diyar kir ku di pêvajoya karantînayê de jimara jinên hatîn kuştin nîşan dide ku ewleyiya jinan li malê nîne û got, “Jin herî zêde ji aliyê mêrên nêzî wan ve hatine kuştin. Ji bo parastina ji vîrûsê cihên herî ewle mal tên nîşandan. Lê mixabin jin û zarok bi mêrên ku şidet û îstîsmarê dikin re ligel hev in. Eşkere ye ku di vê rewşê de wê şidet zêde bibe. Mekanîzmayên têkoşîna li dijî şidetê jî niha bi sînortir xizmetê dikin.”

‘JİN Dİ PÊVAJOYA PANDEMİYÊ DE DİKARİN TEREDÛT BİKİN’

Nîhanê wiha got: “Li Tirkiyê xeteke lezgîn ya ji bo jinan tenê hatî veqetandin nîne. Di vê pêvajoyê de gelek kes ji ber daxwaziyên cuda serî li xetên 155 polîs îmdat, 183 Xeta Piştgiriya Civakî, 112 Lezgîn, 156 Cenderme digerin. Ji ber vê jî jin zehmetiyê dikşînin xwe bigihînin xetan û dikevin teredûtê. Li gelek welatan rayedaran diyar kir ku şideta li ser jinê zêde bûye. Ji bo vê tedbîr hatin girtin û butçe hatin veqetandin. Niha sererastkitina înfazê ya ku gumanbarên şîdetê ji girtîgeha derdixin anîn Meclîsê. Ev jî wê şîdeta li ser jinan zêdetir bike. Di vê pêvajoyê de em bi telefon û e-maîlan bi jinan re têkiliyê datînin. Bi sererastkirina înfazê re gelek jin li me geriyan û gotin kî ji vê qanûnê fêdeyê digire.”

‘PİŞTÎ PANDEMİYÊ WÊ TABLOYEK CİDÎ DERKEVE HOLÊ’

Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqereyê Îdîl Yalçiner, jî da xuyakirin ku piştî pandemiyê wê derbarê şîdet û kuştina jinan de tabloyek cidî derkeve holê û wiha got: “Di vê pêvajoyê de rojev bûye vîrûs. Şîdet û kuştina jinan cih nagire. Her çiqas di çapemeniyê de neyê dîtin jî van rojan kuştina jinan zêde bûye. Di pêvajoya pandemî de xetên 112, 155 û 183 naxebitin. Lê em wek Baroya Enqereyê di vê pêvajoyê de jinan tenê nahêlin.

‘JİN Lİ MALÊ TENÊ HATİN HİŞTİN’

Îdîlê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tedbîrên li dijî şîdeta li ser jinan û got, “Di vê pêvajoyê de divê dewlet tedbîran bigire û di vê mijarê de berpirsyar e. Lê mixabin di vê pêvajoyê de jin li malê tenê hatin hiştin. Bi destê dewletê tenê hatin hiştin.

‘BİLA JİN XWE BİGİHÎNİN ME’

Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê Turkan Demîr jî diyar kir ku divê jin dengê xwen bilind bikin û got ji bo vê jî di pêvajoyê de çapemeniya civakî zêdetir û bibandortir bi kar tînin. Turkanê da xuyakirin ku di meha Adarê de 18 jê li malê bi giştî 29 jin hatine kuştin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi pandemiyê re ewleyiya canê jinan li malê nema. Niha dixwazin bi qanûna înfazê re, gumanbarên sûcên li dijî jin û zarokan pêk anîne bên berdan. Em dibînin ku di vê pêvajoyê de jin rastî her cureyê şîdetê tên. Em bang dikin ku jinên rastî şîdetê tên xwe bigihînin me.”

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.