“Bangawaziya me ew e ku jin û jinên ciwan li hemberî feraseta jinkuj û destdirêjî rêxistina xwe mezin bikin. Xwe birêxistin bikin. Li hemberî êrîşan xwe biparêzin. Eger em xwe neparêzin ti kes me naparêze.”
Vîrûsa koronayê (Covîd-19) û karantînakirina jinan di malan de, bûne sedem ku şidet û destdirêjiya li jinan zêde bibe.
Li Iraq û Başûrê Kurdistanê ev rêje zêdetir e. Tê gotin kesên di vê demê de jin kuştine û dest avêtine jinan hatine efûkirin û li nava civakê digerin.
Destdirêjiya li keça 7 salî ya li Hewlêrê û destdirêjiya li jineke kêmendam a li navçeya Pirdê ya Kerkûkê çend mînakên şideta li ser jinê ne.
Rêxistina Jinan ên Ciwan ên Têkoşer têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.
Rêxistinê ev bûyer û êrîş bi dijwarî şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Emê li hemberî feraset û aqilê jinkuj û destdirêjiyan têkoşîna xwe mezin bikin. Di vê tekoşînê de emê ti caran ranewestin û nesekinin. Bangawaziya me ew e ku jin û jinên ciwan li hemberî feraseta jinkuj û destdirêjiyê rêxistina xwe mezin bikin. Xwe birêxistin bikin. Li hemberî êrîşan xwe biparêzin. Eger em xwe neparêzin ti kes me naparêze.”