Navenda Lêkolînên Qada Polîtîk a Civakî ragihand, di pêvajoya karantînayê de şideta li jinê ji sedî 27.8 zêde bûye.
Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk a Civakî ya Tirkiyê piştî vîrûs belav bû û pêvajoya karantinayê dest pê kir, di navbera 3 û 8’ê Nîsanê de li 28 bajaran lêkolîna qadê kir. Li gorî lêkolînê şideta di nava malê de ji sedî 27.8 zêde bûye. Li gorî lêkolînê şideta li ser zarokan jî ji sedî 19 zêde bûye. tl û 3 hezar tl de ye.
Li gorî lêkolîna anketê piştî vîrûsê ji sedi 34.8 kesan karbeşiya nava malê kirin û ji sedî 33.1 nîvî bi nîv û ji sedî 32.1 jî karbeşiya karê nava male nekirine.
Piştî karantinayê rageşî û niqaşên nava malê zêde bû. Li gorî lêkolînê ji sedî 69.4’an diyar kirin ku piştî karantînayê niqaşa nava malê zêde bû. Ji sedî 30.6 kesan jî diyar kir ku şidet pêş neket.
TUNDIYA ZILAM LI PÊŞ E
Li gorî lêkolînê piştî karantinayê şideta di nava malê ya ji sedî 23.7 şideta derûnî, ji sedî 10.3 şideta aborî, ji sedî 4.3 şideta dijştal, ji sedi 1.7’ şideta fizîki û ji sedî 1.4 şideta zayendî pêş ket. Ji sedî 32 kesên diyar kirîn ku zor li wan hatiye kirin, dan xuyakirin ku rastî şideta hemserê xwe hatine. Ji sedî 15.4 rastî şideta bav, ji sedî 14.8 rastî şideta birayê xwe hatine.