Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid di hevdîtina xwe ya bi ANHA`yê re got; artêşa Tirk a dagîrker nexweşên Koronvîrûsê ji Tirkiyê tîne bajarê Girê Spî. El- Ebid diyar kir ku armanc ew e ku jimara nexweşên li Tirkiyê kêm bike.
El-Ebid hinek agahiyên ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistine par ve kirin û got; “Agahî rast in, bi taybetî piştî ku dagîrkeran hinek malên sivîlan veguherandine karantînayan ji bo nexweşên tîne herêmê. Ew nexweş ne ji Sûriyê ne. Ew nexweş tirk in.”
El- Ebid da xuyakirin ku artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê li herêmê siyaseta guhertina demografîk dimeşînin, şêniyên resen didin koçberkirin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih dikin.
El- Ebid di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Çeteyên ku Tirkiye desteka wan dike û niha li Serê Kaniyê û Girê Spî ne, bi xwe çeteyên DAIŞ`ê ne. Lê navên cuda lê kirine. Li cem me zêdetirî 140 navên çeteyên DAIŞ`ê hene. Ev çete niha di nava qaşo Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê, de ne.”