Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Şehbayê Metirsî Duqatî Ye!

11/04/2020
in Uncategorized
A A
Li Şehbayê Metirsî Duqatî Ye!
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Herêma Şehba yek ji herêmên ku bi salan rastî talanî, wêranî û qirkirina çeteyên DAIŞ, El Nusra û hemtayên wan hatiye. Bi hezaran laşên çeteyan û mexdûrên komkujiyên ku bi destê wan pêkhatine, li vê herêmê rizîne. Ji lew re herêma Şehbayê heya çarîka yekem a sala 2018`an weke herêmeke halketî û jêdera nexweşiyan bû.

Li kêleka gefûgurên dagirkeriyê xwezaya Şehbayê ya ku hatiye texrîbatkirin şantajek zêde li ser jiyana şêniyên Efrînê çêdikir. Li beramberî bêdengiya sazî û rêxistinên navneteweyî yên têkildarî rewşa tendirustî û koçberan, saziyên Rêveberiya Xweser ketin dewrê û li gorî derfet û îmkanan herêm hate paqijkirin. Lê dîsa jî bi dorpêça artêşa rejîma Sûriyê, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ev herêm heya roja îro rûbirûyî karasatên tendirustî û metirsiya qirkirinê ye. Îro jî bi belavbûna vîrûsa koronayê re ev metirsî duqatî bûye ku herêma ji her alîkariyeke mirovî mehrûm maye, rûbirûyî pêketineke xeternak a bi vîrûsa koronayê re ye.

Ji bo rêgirtina li ber xeteriya pêketina bi vîrûsa koronayê Meclîsa Rêveberiya herêma Efrînê paralelî biryarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaneya kirîzê ava kir û di 23 Adara derbasbûyî de qedexekirina derketina derve îlan kir.

Rojnameya Ronahî li kampên koçberên Efrînê li Şehbayê geriya û di derbarê rewşa awarte de pabendbûna gel, kar û xebatên saziyên rêveberiyê ji nêz ve şopand û ev rapor amade kir.

Rojê Sê Danan Kamp Tê Temîzkirin

Endamê rêveberiya şaredariya Kampa Berxwedan Welîd Miho diyar kir ku; kamp rojane sê danan bi dermanê paqijiyê yê li dijîn mêş, kurm, mor û megezan tê reşandin û paqijkirin. Miho wiha dewam kir: “Bi ragihandina rewşa awarte re şaredariyê dest bi temîzkirina sazî, dezgeh, dibistan û navendên fermî kir. Pişt re kamp û derdora kampê bi giştî bi madeya klorê hate temîzkirin. Li kampa Berxwedan 50 laperên serşok û avdestxaneyan hene. Kortikên wan ku 35 in, rojane tên valakirin. Ev laper rojane sê caran bi klorê tên şoştin û temîzkirin. Her wiha bi giştî kamp û derdora wê her sê rojan carekê tê reşandin. Girêdayî mesela paqijiyê daboyên avê her 15 rojan carekê tên paqijkirin û tîmên taybet paqijiya ava vexwarinê kontrol dikin”.

Madeyên Paqijiyê Li Gel Tên Belavkirin

Miho destnîşan kir ku ji bo konên koçberên Efrînê û paqijiya kesayetî jî madeyên taybet “klor, lodalîn, sabûn,.. hwd” li gel hatin belavkirin ku bikribin çadir û derdora xwe temîz bikin. Miho di vê derbarê de wiha axivî: “Ji bo  tekûzkirina tedbîran li hemû endaman ku 53 kesan derbas dikin, devpoşî, lepik û cilên taybet hatine belavkirin”. Miho di dawiyê de bi bîr xist ku hemû endamên şaredariyê bi alîkariya endamên tendirustiyê û meclîsa rêveberiya kampa Berxwedan ji bo pêkanîna perspektîvên şaneya kirîzê û parastina gel, 24 saetan serferber in.

Perwerde, Civîn Û Semîner Hatin Lidarxistin

Ji aliyê xwe ve Rêveberê noqteya Heyva Sor a Kurd li Kampa Berxwedan Dr. Hesen Nebo ev tişt anî ziman: “Ji bo têgihaştina xeteriya pêketina bi vîrûsa koronayê, di serî de endamên me hatin perwerdekirin. Ji bo gel, meclîs û komînan semîner û sînefizyon hatin pêşkêşkirin. Dîsa bi rêya erebeyan li tevahî herêma Şehba û Şêrawa gel bi deng hate hişyarkirin ku pabendê talîmatên şaneya kirîzê bin”. Dr. Nebo ragihand ku Heyva Sor a Kurd girêdayî biryarên şaneya kirîzê dergehên bi Şehbayê re xisitin bin kontrola tîmên tibî. Kesên rewşa wan bi guman be, derhal vediguhêzin nexweşxanê”.

Ketin Û Derketin Qedexe Ye

Dr Hesen Nebo da zanîn ku rewşa kampên koçberan hestiyar e. Ji lew re asta tedbîran hê bilindtir e. Dr. Nebo wiha dewam kir: “Ji bo parastina şêniyên li kampan, berî her tiştî hatin û çûyîna kampan hate qedexekirin. Navenda me li Kampa Berxwedan 24 saetan li ser kar e. Lê tenê rewşên lezgîn pêşwazî dike. Hemû kesên dikevin kampê bi alava pîvana pila germê tên kontrolkirin”.

Saziyên Têkildar Tu Destek Nedane

Rêveberê Navenda Heyva Sor a Kurd li Kampa Berxwedan Dr. Hesen Nebo di dawiyê de eşkere kir ku hemû tedbîrên li Şehbayê seretayî ne û hewce bi madeyên tibî yên temîzkirinê û alavên pêşketî heye. Dr. Nebo wiha dawî li gotinên xwe anî: “Her kes dizane ku Şehba di bin dorpêça hêzên rejîmê, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ye. Derfetên wê kêm in û jiyana mirovan di bin gefa pêketina bi nexweşiyan e. Tevahî tevgerîna me li gorî derfetên heyî ne. Pêdiviya me bi madeyên paqijî û temîzkirinê yên bi bandor heye. Her wiha alavên me ji bo rewşeke awarte têrê nakin. Ji lew re em bang li sazî û rêxistinên têkildar dikin ku bi lez alîkariya koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê bikin ku rê li ber belavbûna vê vîrûsê bigirin”.

Komîteyên Tendirustiyê Seferber In

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kampa Berxwedan Şêxo Îbrahîm diyar kir ku meclîsa kampê bi desteka komîn û komîteyên tendirustiyê bi hevsengiya bi saziyên têkldar re di nav seferberiyê de ne. Şêxo wiha got: “Bi ragihandina rewşa awarte re komîteyên me yên tendirustiyê derbasî nava konan bûn û civînên danasîna girîngiya xweparastina ji pêketina bi vîrûsa koronayê ji nişteciyên kampê re lidarxistin. Kesên ku pabendbûna wan lawaz e, nîqaş pê re tê kirin û girîngiya xwedîderketina li biryarên şaneya kirîzê pê tên fêmkirin”.

Hemû Pêdiviyên Gel Bi Cih Tên

Şêxo îşaret bi keda komîn û meclîsan kir û got: “Hemû endamên me di nav kampê de ne û rewşa gel ji nêz ve dişopînin. Pirsgirêkek li kuderê hebe destek didin”. Şêxo di dawiyê de jî bang li hemû gel û bi taybet nişteciyên kampê kir ku; pabendê biryarên şaneya kirzî bin û zarok, malbat û xwe ji encamên pêketina bi vê vîrûsê biparêzin”.

Hêjayî gotinê ye ji bo rêgirtina li ber berbelavbûna vîrûsa koronayê û parastina jiyana gel, Rêveberiya Xweser di 19 Adara derbasbûyî de ji bo 15 rojan rewşa awarte û qedexekirina derketina derve ragihand. Lê ji ber dewama metirsiya li ser jiyana mirovan, Rêveberiya Xweser di 7 Nîsanê de ji bo 15 rojên dîtir qedexekirina derketina derve dirêj kir.

 

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.