“Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan berpirsê belavbûna kuştin û wêrana li bakurê Sûriyê û Lîbyayê ye.”
Serokê Navenda Ereb a Karûbarên Stratejîk a Qudisê şêwirmend Zeyd El-Eyûbî, li ser destwerdana Tirkiyê ya li welatên Rojhilata Navî ev nirxandin kir: “Tevayiya raporên istixbaratî yên hatîn belavkirin, nişan didin ku Erdogan Tirkiye kiriye cihê perwerdekirina terorsîtan û şandina wan ya bakurê Sûriyê û Lîbyayê. Bi taybetî alîgirên koma Ixwan Mûslimîn. Ew çekdar di baregehên leşkerî yên girêdayî artêşa Tirk de perwerdeya leşkerî dibînin. Pişt re Erdogan derbasbûna wan ya bakurê Sûriyê û Lîbyayê hêsan dike.
El-Eyûbî diyar kir ku Erdogan dixwaze riya komên terorîst li welatên Ereb dagîrkeriya Osmanî vejîne. Ev siyaseta wî gefê li ewleyiya neteweya Ereb dixwe. Ji ber wê divê Ereb bi yek helwestê li hemberî wî bisekinin.
El-Eyûbî axaftina xwe wiha domand: “Erdogan û koma Ixwan Mûslimîn li dijî Kurdan li Sûriyê sûcên şer kirin. Erdogan sûcdarekî şer ê bixeter e. Ji ber sûcên hovane yên li djî zarok, jin û sivîlan were darizandin.
Şêwirmend El-Eyûbî bang li tevayiya dewletên Ereb kir ku li dijî polîtîka Erdogan helwesteke leşkerî û siyasî nîşan bidin da neteweya Ereb û rûmeta wê biparêzin.