Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, piştî ku deste wê li bijîşkekî ketibû, vîrûsa koronayê girt. Merkel ket karantînayê.
Derket holê, bijîşkê Merkel roja Înê dest dayiyê, bi vîrûsa koronayê ketiye.
Li gorî hikumeta Almanyayê Merkel bi lezûbez ketiye karantînayê.
Berdevkê hikumetê Steffen Seîbert diyar kir ku wê di rojên pêş de Merkel bikeve testê. Seîbert da xuyakirin ku Merkel wê di karantînayê de jî xebata xwe bidomîne.