EHMED MIHEMED-ANHA
Berî niha bi salekê QSD‘ê şkandina DAIŞ‘ê li Baxozê ya gundewarê Dêrezorê ku baregeha dawî di destê wê de mabû ragihand. Pişt re pêngaveke nû ya têkoşîna li dijî DAIŞ‘ê dest pê kir. Nîşanên derketîn isbat dikin ku xetera DAIŞ‘ê digel hebûna zêdetirî 6 hezar endamên wê li girtîgehan û 19 hezar 225 malbatên wan di kampan de hê heye.
23yê Adara 2019‘an Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hevkariya Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ‘ê bi merasimeke girseyî li Heqil Umer ê bakurê rojhilatê Dêrezorê serkeftina leşkerî ya li dijî DAIŞ‘ê li bajarokê Baxozê yê Dêrezorê ragihand ku devera dawî ya di destê DAIŞ‘ê de mabû, ragihand.
Di daxuyaniya ragihandinê de Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî gotibû: “Em ji raya giştî ya cîhanê re radighînin ku pêngaveke nû ya şerê li dijî terorîstên DAIŞ‘ê dest pê dike, da hebûna leşkerî ya veşartî ya şaneyên wê bi temamî tine bikin ku xetera wê li ser herêmên me û cîhanê hê dewam dike.”
Ebdî herwiha diyar kiribû ku QSD‘ê 5 milyon kes, 52 hezar km2 ji xaka Sûriyê ji DAIŞ‘ê rizgar kirine.
Lîderê çeteyên DAIŞ‘ê Ebû Bekir El-Bexdadî dawiya Cotmeha 2019‘an bi operasyoneke hevbeş ya QSD û Koalosyona Navneteweyî li gundewarê Idlibê hat kuştin.
DAIŞ ÇAWA DERKET?
Dîroka derketina DAIŞ‘ê li Iraqê vedigere sala 2003yan û dema Ebû Miseb El-Zerqawî rêxistina “Cîhad û Tewîd” Îlona 2003yan ava kirî.
Rêxistina behsa mijarê di gelek pêvajoyan re derbas bû heta “Dewleta Iraq a Islamî” sala 2006‘an bi serkêşiya Ebû Umer El-Bexdadî hat ragihandin. Piştî kuştina Ebû Umer El-Bexdadî sala 2010‘an Meclisa Şêwirî Ebû Bekir El-Bexdadî wek emîrê nû hilbijart.
Bi destpêka Bihara Erebî û belavbûna wê li Sûriyê re, El-Bexdadî ev wek fersendeke mezin dît ku derbasî Sûriyê bibe û ferman da çeteyên xwe yên li Sûriyê ku şaxekî rêxistina El-Qaîde lê ava bikin. Navê rêxistinê pişt re bû “Cebhet El-Nusra”.
Piştî vê ragihandinê DAIŞê serê sala 2014‘an dest bi dagîrkirina xaka Iraqê kir, Felûca, Remadî, Musil û Tekrît dagîr kirin. Sedê sala 2013‘an bajarê Girê Spî yê Bakurê Sûriyê û 2014an Reqa, Eyn Îsa, Minbic, beşek ji Dêrezorê dagîr kirin. 15‘ê Îlona 2014‘an bere xwe da da Kobanê.
LÎ KOBANÊ TÊK ÇÛ
Ji ber hovîtiya DAIŞê li Iraqê û hin derverên Sûriyê ti hêz li hemberî wê nesekinîn. Li Kobanê wê çêbû. Di encama berxwedana bêhempa ya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ku 134 rojan dewam kir, cara DAIŞ şkest û yên mayîn ji Kobanê reviyan. Bi vê re rê li ber şkestina DAIŞ li Sûriyê û Iraqê vebû.
Bi avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10‘ê Cotmeha 2015‘an koalisyonê destek da vê hêzê. Lewre ya herî rêxistinkirî û li dijî DAIŞ‘ê ya herî bi hêz bû.
Piştî Kobanê, avakirina QSD‘ê nuqteya duyemîn a binkeftina DAIŞ‘ê li Bakur û Rojihlatê Sûriyê ye. Ji dîroka damezirandina QSD‘ê rêzeserkeftinên li dijî DAIŞ‘ê ji Holê, heta Şedadê, Minbic, Tebqa, Dêrazorê û gundewarê bakurê bajarê Dêrazorê pêk hatin. Bajarokê Baxozê baregeha dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di destê DAIŞ‘ê de mabû, 23yê Adara 2019‘an hat rizgarkirin.