Saturday, June 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêvana hunerê

08/06/2018
in Uncategorized
A A
Hêvana hunerê
Share on FacebookShare on Twitter

Di van bîst salên dawiyê de, rewşa çand û hunera kurdî, di trajediya xwe ya herî giran re derbas dibe! Bîst sal in, her ku diçe, gengeşî û nirxandinên der barê çand û hunerê de, erka ronîkirin û pêşîvekirinê ‘mîna ku ne pêwîst be’ ji rojevê hat derxistin. Ji bîra siyasetmedar, rewşenbîr, civaknas, nivîskar û hemû babetên çapemenî û ragihandina kurdan, êdî hatiye derketiye!
Di serdema teknolojî û hayedariya însan de, pêwîst bû herî zêde civakên mîna civaka me, ku di bin gefên qirkirina çandî de rû bi rû ne, sûd ji vê serdema şoreşa teknolojî bistîne û feraseta van derfeta, ji civaka xwe re, veke derfetek pêşxistinê bibîne. Lê mixabin, îroj mirov vê rastiyê gelekî zelal dibîne ku hişmendiya serdest a kurdan, di pratikê de, mijara çand û hunerê hem biçûk dîtiye, hem jî, di helwesta xwe de lewaz û bê berpirsyarî maye!…
Bîst sal e (!) hîn pel û gupikên vejînê çand û hunerek hezar salan, bi kelecana raperîn û serlêdana vî gelê fedekar, şax û kulîlkên xwe nû vedikirin!.. Mîna her babetên tekoşînê, ji tunebûnê, ji bê derfetiyê, nezanbûn û bê ezmûniyê, çirûskên hebûnê diafirandin. Zimanên lal û guhên jar vedikirin. Gelo çi bû, bi rastî çand û hunerê ev rewşa heqkiribû? Çima her herkes vê pirsgirêka man û nemanê piştguh dikin?
Gelo çima her kes xwe bi nirxên serdema salên 80-90 tatmîn dikin û wilo erzan erzan xerc dikin?… Ma êdî di serdema teknolojiya, serdema tevnên civakî û babetên dijîtalî de ku cîhana mirovahiyê bi qedera gundekî biçûkkirî, êdî pêdviya civaka me, netewa me bi çand û hunerê tune ye?
Rastiyekê baş dizanim û dixwazim bi we re parve bikim! bîrkirin û (xwezî bi wan serdeman) bi kelecana salên 80 û 90’î. Ji aliyekî ve hinceta reva ji çareserkirina pirsgirêkên xitimandin û tevizandinê ye.
Bi baweriya min, ji dêvla heyfkirin û “ xweziyan “ heger meriv nirxên wan salên giran û zehmet biparasta û biparêze, hîn rast û watedartir e.
Îro, ango dema pergala serdest (bi çi armanca ideolojîk dibe, bila bibe) populer û hunermendên pergala xwe, di asta şowê de, li ser tixûpên Efrînê, peyaman dide civaka xwe, di heman demê de, peyama astek nû ji fermana qirkirina çandî aşkera dike. Rast e, ew eniya dijber e, lê belê ma ne pêwîst e, em li eniya xwe, li asta qadên çand û hunerê mêze bikin?
Bi rastî berhêneyek, tedbîr û plansaziyek van qadên girîng, di 20 salên bihurî de, bi cidiyet pêk hatin? Ji bilî rexne û dîsa rexne, ji otorîteya siyasî heya sazî û dezgehên neteweyî, ji qada ronakbîrî, ta ragihandin û aktîvîstên çand û hunerê, ji bilî rexekirin û gazinan, perspektîfek an nexşerêyek ku bikaribe ev qadên hunerê ji nû ve zindî û aktîf bike, sed mixabin, derneket holê.
Xwendevanên hêja, êdî dizanim ku xwendevan gotarên nivîs dirêj, zehmetiya xwendinê di xwe de nabînin. Derbarê mijarên çand û hunerê de, êdî bi kurtenivîsan, em ê bi hev re bin…Jêder-e-rojname

Xelîl XEMGÎN

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike
CIVAK Û JIYAN

Ziftkirina kolanên Qamişlo ji aliyê şaredariyê ve dewam dike

14/06/2025
‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Wê 350 heya 400 hezar tonê genim ji cotkaran were kirîn’

14/06/2025
Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir
NÛÇE

Mehrîcana 10’emîn a Kurteçîrokên Kurdî destpê kir

13/06/2025
Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.