Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cihê îşkencekirina jinên êzidî kirin Meclisa Jinan

25/03/2020
in Uncategorized
A A
Cihê îşkencekirina jinên êzidî kirin Meclisa Jinan
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên bajarokê Hecînê daxwaz kirin ku cihên DAIŞ`ê tê de îşkence li jinan dikir, bibin cihên piştgirî û xurtkirina jinan. Girtîgeha ku jinên êzidî yên hatibûn revandin û lê dihatin girtin, kirin cihê Meclisa Jinan a bajarokê Hecînê.
Çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelên Sûriyê û Iraqê gelek sûcên mirovî pêk anîn. Herî zêde jî gel û jinên êzidî rastî revandin, îşkence û qirkirinê hatin. Çeteyên DAIŞ’ê jinên êzidî yên ku revandin, veguhestin Sûriyê û li girtîgehên li herêmên bejahiya rojhilatê Dêrazorê bi cih kirin. Yek ji van cihan jî bajarokê Hecînê bû. Paşê ew ji wir veguhestin herêmên Sûriyê yên di bin serweriya wan de. Çeteyan jinên girtî li bazaran difirotin û qetil dikirin.
Li jinan lixwekirina çarşefan dihat ferzkirin û destûr nedihat dayîn ku jin bi tena xwe ji malê derkevin. Lê jin niha, li bajarokê Hecînê cihê xwe di nava komîn, meclis û saziyan de digirin û beşdarî avakirina herêmê dibin.
Ji saziyên ku li bajarokê Hecînê hatine vekirin, yek jî Meclisa Jinan e. Tişta balkêş ew e ku jinên li Hecînê cihên ku DAIŞ`ê lê îşkence li jinan dikir, kirin cihên meclisên xwe.
Tê zanîn ku avahiya meclisê dema DAIŞ`ê herêm dagir kiribû, jinên êzidî yên ku ji Şengalê revandibûn, lê digirtin.
Jina bi navê Fatima Salim ku niha endama Meclisa Jinan a bajarokê Hecînê ye, wiha dibêje “Ev der cihê bindestkirina jinan û tunekirina mafên wan bû, lê îro bi serbilindî veguherî navenda Meclisa Jinan û mafên jinan bi dest dixin. Meclisa Jinan perwerdeyên bîrdozî, perwerdeyên hemşîretiyê û fêrkirina xwendin û nivîsandinê vedikin.”

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.