Komîna Fîlm a Rojava di destpêka gavên sînemaya Kurdî de gavên xurt avêtin. Kêmîn bingehê sînameya Kurdî li Rojava datîne û dengê gelên herêmê bi riya sînameyê digihîne cîhanê.
Sînema, ango Hunera Heftan di çarçoveya pêşketina teknolojiyê de di destpêka serdema 19`an de ava bû. Dîroka dîtina navneteweyî ya amûrê pêşandana sînameyê digihîje 1895`an. Piştî wê Pîşeya Sînemayê pêş ket û heta roja me ya îro pêşketina wê dewam dike.
Destpêka rastî ya sînemaya Kurdî dema derhêner Yilmaz Gûney xelata Ringworm a mihrîcana Kanê 1982yan ji ber fîlmê xwe `Rê` digire, bû.
SÎNEMA BERÎ ŞOREŞA ROJAVA
Çewisandina li Rojava li ser gelê Kurd, bi awayekî neyînî bandor li warê hunera sînemayê kir. Ji ber wê mirov nikare behsa tecrûbeya sînemaya Rojava ya berî şoreşê bike. Herwiha çanda sînemayê bi giştî belav nebûbû. Ji bilî hin sînemayan li Qamişlo û Amûde salên 60 û 70`î de yên serdema borî. Holên sînemayê yên heyî jî hatin girtin yan jî kirin holên şahiyan.
JI GUNDAN YEKEMÎN GAV HATIN AVÊTIN
Girêdayî pêvajoya berî avakirina Komîna Fîlm a Rojava Şêro Hindî damezrînerê komînê wiha dibêje: “Berî ku tîma Komîna Fîlm navenda xwe veke, komek kesên ji sînemayê hes dikin serdana hinek gund û bajaran kirin, bi kesên ku berê têkiliya wan bi sînemayê re heyî nîqaş kirin. Piştre bi alîkariya sînemavanan ji beşên din ên Kurdistanê dest bi dewreyeke perwerdeyê ya mehekê kirin.”
AVAKIRINA KOMÎNA FÎLM A ROJAVA
Komîna Fîlm a Rojava li bajarê Dirbêsiyê yê herêma Cizîrê 14`ê Tîrmeha 2015`an hat damezirandin. Pişt re navendên komînê li Efrîn, Kobanê, herî dawîn li Qamişlo hat vekirin.
Komîn ji sê beşan pêk tê; pêşendana fîlman û teşwîqkirina çanda sînemayê li Rojava, beşa perwerdeyê û beşeke taybet bi berhemkirina belgefîlman.
de lidar bixin. Da ku bibe yekemîn sînemaya li Rojava. Mihrîcan wê bi piştgiriya hinek saziyên têkildarî sînema lidar keve.”
Komîna Fîlm hewl dide hinek fîlman mîna Stranbêjên Şingalê û Jin War bişînin mihrîcanên navneteweyî. Her wiha amadekariyên sînaryoyên du fîlmên girêdayî êrişên Tirkiyê û nasnameyê.
Komîna Fîlm a Rojava bi koordîneya desteya perwerdeyê hewl dide sînema tev li materyalan bike. Tevî ku di havînê de bi piştgiriya mamosteyên ji derve, Rojava û Kurdistanê dewreyên perwerdeyê vebike da ku hejmara tîma Komîna Fîlm zêde bike.