Seydayê Tîrêj yek ji helbestvanên Kurd ên nûjen e ku mohra xwe li helbesta Kurdî xistiye û pirtûkxaneya wêjeyî ya Kurdî zengîn kiriye.
Tevî siyaseta zordariya li ser Kurdan ya bi sedê salan, ziman û wêjeya xwe parastine û gelek wêjevan, nivîskar û helbestvan ji nava wan derketine.
Mele Nayîf Heso ku bi navê “Seydayê Tîrêj” tê naskirin, sala 1923yan li gundê Necmûk yê Qamişlo ji dayîk bûye. Seydayê Tîrêj pirtûkxaneya Kurdî bi helbestên xwe zengîn kir û mîrasekî çandî û wêjeyî li pey xwe hişt.
Di 6 saliya wî de malbata wî diçe gundê “Sê Mitkê Newaf” yê girêdayî bajarê Amûdê. Li wir li cem melayê gund “Mele Îbrahîm Gulî” fêrî xwendin û nivîsê dibe û Quranê ji ber dike. Herwiha zimanê Erebî û zanistên ola Îslamî dixwîne.
Sala 1937`an berê xwe dide Amûdê da xwendina xwe temam bike û li wir 5 salan dixwîne. Li wir gelek wêjevan, rewşenbîr û helbestvanên Kurd ên weke Cegerxwîn, Nûredîn Zaza, Hesen Heşyar, Qedrî Can û hwd.. nas dike. Ji wê demê ve dest bi nivîsa helbestan bi zimanê Kurdî dike.
Sala 1952yan helbestvan Seydayê Tîrêj tê girtin û dest datînin ser helberstên wî. Ji ber wê gelek helbestên wî wenda ne.
Helbestvan Seydayê Tîrêj di helbesetên xwe de ku mijarên civakî, neteweyî, evîn û xwazayê Kurdistanê dinirxîne, hevalê xwe Cegerxwîn dişopîne.
Helbestvan Seydayê Tîrêj bi sedan helbest nivîsîne û di 3 komhelbestên bi navên “Xelat, Zozan, Cûdî” de hatine komkirin.
Hin destanên Kurdî kirine beytên helbestan. Weke destana “Siyabend û Xecê” û romana Sîpan û Perwînê.
Tîrêj di piraniya helbestên xwe de banga serhildanê û şikandina tirsê li ciwanên Kurd dike û helbestên li ser jinê jî nivîsîne.
Di rêwîtiya xwe ya wêjeyî de ku 79 salan dewam kiriye, li pey xwe mîraseke mezin ya çandê û bi hezaran dildarên helbestên wî yên taybetmendiya xwe ji xwazaya Kurdistanê ya çiyayî girtine, hişt.