Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mîhrîcana Nûjiyan di roja xwe ya 3’emîn de

27/05/2025
in NÛÇE
A A
Mîhrîcana Nûjiyan di roja xwe ya 3’emîn de
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Di roja 3’emîn a Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan de semînerek bi serenavê “Li paş Kamêra” hat dayîn û fîlma Rokera Çolê û 3 kurtefîlm yê Zar û Zaman, Mindaly Bilur û Kawboy yê dawî, hatin pêşkêşkirin.

Mîhrîcana Fîlman a jinan a Nûjiyan di 25’ê Gulanê de li bajarê Qamişlo ji aliyê Kolektîfa Kezî ya Jinên Sînameger, bi piştgiriya Sîna Jin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên kevana Zêrîn, Sînamegerên Jin ên Ewropayê û Desteya Çandê ya Cizîrê ve hate organîzekirin û dê heya 31’ Gulan berdewam bike. Îro jî di roja xwe ya 3’yan de didome. Ev Mihrîcana yekemîne ji aliyê Sînameger û tevgerên jinên Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê organîzekirin.

Di roja 2’emîn a Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan de semînerek bi serenavê “Jin li pişta jinê, rêya belavkirin û mîhrîcanê fîlmên jina” hatibû lidarxistin, pêşangeha wêneyên şehîd Cîhan Bîlgîn hatibû vekirin û 3 fîlmên sînema û kurtefîlm hatibûn pêşandan.

Îro jî ku 27’ê Gulanê ye li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê di seat 11’an de semînerek bi serenavê “Li paş Kamêra” ji aliyê panelist Liana Kassir û Suha Ezî ku ji Sûrî û Libnanê beşdar bibûn, hatibû dayîn. Li kêlek wê di danê evarî de li Parka Azadî fîlma Rokera Çolê û 3 kurtefîlm yê Zar û Zaman, Mindaly Bilur û Kawboy yê dawî, hatin pêşkêşkirin.

Li kêlek lidarxistina semîner, pêşkêşkirina film û kurtefiliman, pirtûkên Weşanxaneya Şilêr û berhemên karê destan ku ji aliyê jinan ve hatine çêkirin di hemû rojan de tên pêşkêşkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê Mîhrîcan heyanî 31’ê Gulanê bi pêşkêşkirina fîlîm, kurtefîlm, panêl û çalakiyên rengreng dewam bike. Herwiha di nava rojên mîhrîcanê de wê 37 kurtefîlm û belgefîmên ji Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Amerîka, Ermenistan û Ewropa li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê û Parka Azadî ya Qamişloyê werin pêşandan.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.