Bikaranîna kemaçe û dar û şiva kemaçê jî ez li vir li der ve bihêlim û bibêjim, lêkolînên berfireh ên avakirina kulîsan û avakirina estetîkê bi xwe di nav hunerên performansê ên gelêrî de lazim in, da ku ev hunerên hanê karibin dewam bikin
Kulîsên ku performansên gelêrî dikin performansên gelêrî,
mijarek in ku daketina bi wan êdî zehmet û qismî jî derengmayî be; lê belê dikarin ji nû ve peyde bibin û rêûresmeke nû ya hunerî muhtemel e bi cîh bibe. Di civakan de huner û cihê hunerê, elaqedarî asta qîmetpêdana civakî û siyasî ye, ji ber wê jî ev jinûve peydebûn wê girêdayî vê qîmetpêdanê be.
Li Japonya û Çînê rêûresmên bi heman rengî bi berfirehî bûne mijarên lêkolînên ilmî û gotarên hunerî. Li nav kurdan tevî ku gotareke elaqedarî dengbêjiyê weke hunerekî performansê derketibe pêş jî, di nav peyvê de zelûlkirina gelek performansên gelêrî yên zargotinê û derneketina ji nav gotara siyasî, pêdaketina kite bi kite ya alî û beşên van huneran talî kiriye. Ango li ber destê me analîzeke berfireh a avakirina kulîsan di hunerên performansê yên gelêrî de nîn e; em ji estetîka bi van kulîsan tên avakirin û peywendî û gihiştina di hev a performer (kesê performansê pêşkêş dike) û audience (guhdar û temaşevan) bi awayekî ilmî nas nakin. Ji ber wê jî li ber destê me ew dane nînin ka ev huner ji nû ve bên avakirin, wê xwe bispêrin kîjan pîvanên estetîkê. Ango fêmkirina herî besîd a ilmî jî li ber destê me nîne.
Ji bo fêmkirina meseleyê ya muhim ez bi nimûneyekê behsa meseleyê bikim. Ez ê vegerim ser wan performerên kemaçeyê ku destanên epîk ên bi navê “şer” digotin (ez piştrast nîn im ka gelo hîna ên ku li odeyan wan dibêjin mane yan na). Gava mirov berê xwe dide vê performansê tiştên sereke ber dest mekan (mînak, odeya gund, bi rengekî ji rengan mekanekî gelemperî yan jî giştî), performer (şerbêjê kemaçevan) û civata guhdaran heye. Di peywenda ji rêûresmê de mekan, mekanekî ji vê performansê re veqetandiye, ango hem ji performer re û hem jî ji civata guhdaran re eyan e ku ev mekan yek ji mekanên muhtemel ên vê performansê ye. Ji ber wê jî bi guncawbûna mekan hem civakî, hem huner û hem jî di warê estetîkê de tê zanîn. Performer jî tevî ku xwedî azadiyeke afirandina hunerî ye, hem di warê performansê de, hem di warê kulîsên wê yên deng, reng û şanogeriyê de û hem jî di warê repertuwarê de bi sînorên xwe dizane, wan sînor hem qebûl dike, hem jî ji bo performansên paşê her ji nû ve ava dike. Di heman çarçoveyê de civata guhdaran a berdest jî ne civateke pasîv e, civateke ku bi deng, heyênî û nîdayên cuda yekser midaxilî performansê dibe, heta qismî be jî kulîsan bi performer re ava dike, tewêniyan dide, nîdayên hevaheng ji xwe dide der û amade ye, heger perfor ji sînorên xwe di warê performansê, naverokê yan jî repertuwarê de bibihure, dest werde wî.
Ji ber wê jî kulîsên performansê di estetîka giştî ya şerbêjiyekê de diyarker in. Em bi mînakeke Bedranê Mala Alê û performansa wî ya Cembelî ku tenê weke kaset li ber destê min e, vê yekê piçekî darî çav bikin. Bedran beriya her tiştî estetîka xwe li ser bikaranîna deng, guhertina awayê vegotinê û înteraktîfkirina performansê ava dike. Di nav van kulîsan de weke li derveyî amûra muzîkê bikaranîna kemaçe û şiva kemaçê jî heye. Bedran veguherîna di navbera gotina “çîrokî” û “stranî” bi hostetiyeke welê dike ku kemaçe jî pêre pêre dibe gunehkarê serketina wî. Rîtmeke veşartî ber bi dawiya hevokên beşa çîrokî ve, civata guhdaran amade dike ku bi baldarî guh bidin kemaçe û beşa stranê. Bi heman rengî ber bi dawiya beşa stranî ve bikaranîna deng û qirikê û helbet hemahengiya bi kemaçê re guhdaran ji guhertinê re amade dike. Di vê performansê de Bedran her wekî Reşîdo awayekî taybet ê rîtmîk ê gotinê jî bi kar tîne ku ne çîrokî ye û ne stranî ye jî weke adetê. Dema tevgereke diyar di vegotina performansê de dide der weke gefxwarinê, weke şer û weke bûyereke ku tevahiya konstelasyona heyî serûbinî hev dikin, hingê ev awayê vegotina rîtmîk guhdaran amade dike yan jî bi estetîkê bi guhdaran vê guherîna rewşê dide hisandin. Bikaranîna kemaçe û dar û şiva kemaçê jî ez li vir li der ve bihêlim û bibêjim, lêkolînên berfireh ên avakirina kulîsan û avakirina estetîkê bi xwe di nava hunerên performansê ên gelêrî de lazim in, da ku ev hunerên hanê karibin dewam bikin û karibin kurdbûnê ango xwebûna civaka kurd jî qehîm bikin…Jêder-e-rojname
Loqman GULDIVÊ