Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê got heta niha vîrûsa Korona li herêmê nehatiye dîtin. Bijîşkên pispor jî ji ber vê nexweşiyê hişyarî dan û gotin divê welatî xwe biparêzin û tedbîrên hişyariyê bînin cih.
Aloziya vîrûsa Korona roj bi roj li cîhanê kûrtir dibe. Jimara kesên ji ber vî vîrûsê dimirin heta sêşema borî 4 hezar û 26 bû. Ji aliyû din ve jimara kesên bi vê vîrûsê ketine gihat 114 hezar û 452’yan.
Vîrûsa Korona (Covîd-19) Kanûna 2019‘an li bajarê Wohan ê Çînê derket. Bi lez û bez li derveyî Çînê belav dibe. Li gorî daneyên fermî ev vîrûs li 118 welatan belav bûye.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku heta niha vîrusa Korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatiye dîtin.
Dr. Ciwan Mistefa jî diyar kir ku Desteya Tenduristiyê gelek tedbir girtine, mîna girtina deriyên sînor û got, nabe ku kesek ji welatên nexweşî li wan peyda bûyî derbasî herêmê bibe.
Dr. Ciwan Mistefa da xuyakirin ku Desteya Tenduristiyê gelek tedbîrên hişyariyê girtine û got, kesên derbasî herêmê dibin, bi awayekî giştî tên fehiskirin (dezenfektekirin). Desteyê navendên kontrolkirina vîrusê li 7 herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek tedbîr amade kirine.
Girêdayî girtekên parastinê pisporê nexweşiya singê, Dr. Ebdulxenî Silêmanjî wiha got: “Ji girîngtirîn gavên pêwîst, parastin û bicihanîna girtekên hişyariyê ne. Mîna dûrketina ji kesên bi sermayê ketîn. Tevî ku pêwîst e ew nexweş di hundir de heta 14 rojan bimînin.”
Dr. Silêman got, pêwîst e kesên bi sermayê ketîn lepik û kemame (maskan) bi kar bînin da nexweşiya xwe belav nebe. Her wiha diyar kir ku vîrusa Korona giran e û heta 3 metreyan tene ji erdê bilind dibe. Ji ber wê divê maseyên cihên kar her tim werin paqijkirin, divê dest 20 saniyan werin şûştin.”
Dr. Silêman herwiha got, divê nexweşên dil, şekir û kulbûna sîng tedbîrên zêde bigirin, lewre asta bergiriya laşê wan zeîf e.”