Li seranserê cîhanê heta niha ser heşt hezarî re mirov ji ber vîrûsa koronayê mrine. Piştî vîrûs belav bû, li gelek welatan deverên qelebalix tên girtin û pirsporên tenduristiyê jî dibêjin bila ti kes ji malê dernekeve. Ji ber wê li gelek bajaran welatî ji malê dernakevin. Li Amedê pirtûkfiroşin vekirî ne, lê gotin ji ber vê rewşê mirov nayên û newêrin dest bidin pirtûkan.
Ji xebatkara Mala Pirtûkan a Lîlavê Rabîa Karayilê diyar kir ku daxwaziya ji bo pirtûkan pir kêm e û got, ya rast bandora vîrusê jî heye. Çimkî gava mirov dernekevin derve, ev tê wateya ku jiyan bi awayekî tê rawestandin. Û gava em li firotina rojane ya pirtûkan jî mêze dikin em dibînin ku kêm bûye. Lê belê hin xwendevan jî hene ku dixwazin vî wextê xwe baş derbas bikin.
‘PIRTÛK ÇAVKANIYA MORALÊ NE’
Karayil, diyar kir ku di nexweşiyan de, di şer de, di rewşên neyînî de bandoreke erênî ya xwendina pirtûkan heye û got, xwendina pirtûkan çavkaniya motîvasyonê ye. Helbet ji bo tenduristiyê derneketina mirovan ya derve jî tiştekî asayî ye. Kêmbûna çûnhatinê hem ji bo tenduristiya me hem ji bo ya xwendevanan rewşeke baş e.
‘ME DIGOT WÊ ZÊDE BIBE LÊ NEBÛ’
Xwediyê pirtukakurdi.com’ê bawer Berşev jî diyar kir ku li bendê bûn ku firotina pirtûkan zêde bibe, lê ji sedî 10 kêm bûye û got, me digot gava mirov li malê bin dibe ku pirtir pirtûkan bixwînin. Lê ji ber vê nexweşiyê rojeva mirovan naguhere.”