Li gorî Mesût Alp, hesin û hesinkar jî ne tesaduf in, bi ya wî, “hatina hêsin di heman demê de şoreşa wê heyamê ye. Ji ber wê jî lazim e qehremanê me hostekarekî hesinkar be, divê ew xwedî argumanekê be ku bikare dîrokê biguherîne.”
BARIŞ BALSEÇER
Newroz ji bo mirovan, xasma ji bo Kurdan nîşana girîngiya dewra salê ye. Dawîhatina li zivistanê ye ku bi rengekî temsîla mirinê ye û destpêka biharê ye ku bi rengekî destpêka jiyanê ye û bûye sedema gelek rîtuel, ayîn, efsane û rêûresmên cihê. Bi arkeolog Mesût Alp re em li ser nîşanên Newrozê, dîroka wê û veguhestina wê peyivîn. Ew dibêje, belgeyên pêşî ên elaqedarî Newrozê yan jî dawiya zivistanê û destpêka biharê wek cejin ji Sumeran mane. Ev jî cejna Akîtu ye ku li ser konseptên mîtolojîk ava bûye. Di mîtolojiyê de xwedawend Dimuzî çûye binê erdê û xwedawend Înanna ya ku paşê wê di mîtolojiyê de nav û dirûvên Îstar, Afrodît û Artemîs jî bigire, diçe wî rizgar dike.
Helbet ew li vir behsa qeydên nivîskî dike. Lê ew cejnê serê Nîsanê pîroz dikin çawa ku îro li nava Êzîdiyan jî sersal 14´ê Nîsanê ye. Axir Mesût Alp dibêje, gava mirov teqwîma Sumeran biqulibîne teqwîma mîladî ya îro, hingê ew rastî 21´ê Adarê tê. Suryanî û Asûriyên li Kurdistanê vê cejna ji Sumeran mayî îro jî bi heman navî pîroz dikin.
Li gorî Mesût Alp, hesin û hesinkar jî ne tesaduf in, hesin di jiyana me de gelek girîng e. Wekî din jî bi ya wî, “hatina hêsin di heman demê de şoreşa wê heyamê ye. Ji ber wê jî lazim e qehremanê me hostekarekî hesinkar be, divê ew xwedî argumanekê be ku bikare dîrokê biguherîne. Ji ber wê jî ne tesaduf e ku di mîtolojiya me de Kawayê Hesinkar hebe.”