Îsal li Tirbespiyê çandinî bi awayekî berbiçav pêş ket, nemaze sebze. Cotkar bang dikin ku pirtir piştigirî ji wan re bê pêşkêşkirin da rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin û rê li pêşiya keysbaziya bazirganan bigirin.
Çandinî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çavkaniyeke sereke ya aboriya herêmê ye. Digel dorpêç, aloziya Sûriyê û daketina nirxê lîreyê Sûriyê li hemberî diravên din. Ji ber wê pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê bûye pêwîstiyek.
Gelek projeyên mezin û piçûk li navçeya Tirbesiyê di salên dawî de hatin meşandin. Ji ber wê qada çandiniyê, bi taybetî çandina sebzeyan bi awayekî balkêş pêş ket. Îsal rûberên zeviyên ku bi sebzeyan hatine çandin fireh bûn. Li gorî herêmên din ên herêma Cizîrê navçe gihîştiye asta rêgeza xwetêrkirinê.
HILBERÎNA HERÊMÎ
Digel vê pêşketinê û keda tê dayîn, encama wê li ser bihayan ne li gorî ku dihat xwestin bû. Bihayê sebzeyan hê bilind e. Cotkar dibêjin em tov û semadê bi dolar dikirin. Li rex wê jî bazirgan keysbaziyê dikin û bihayê berhemên herêmî giran dikin bê ku kesek wan muhasebe bike. Her wiha li navçeyên mîna navçeya Tirbespiyê tevî hilberîna zêde ya sebzeyan, sûkeke navendî ya taybet nîne. Berhem li sûka Qamişlo tên firotin. Piştre xwediyên dikanên navçeya Tirbespiyê sebzeyan ji wan dikirin û li navçeyê difiroşin.