Komîteya Tendurisyê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê ji bo tedbîra li hemberî korona hemleya pakkirin û zanakirinê didomîne. Heta niha ti haletên vegirtina vîrûsa Korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatine belgekirin.
Komîteya Tenduristiyê bi hevkariya Şaredariya Gel a bajarê MInbicê û gundewarê wê xebata pakkirina tevayiya avayiyên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê didomîne. Di hemleyê de nexweşxaneya Firat bi tevayiya beşên xwe hat pakkirin. Ev hemle di çarçoveya gavên hişyariyê li dijî vîrûsa Korona de tê.
Hemleya pakkirinê 16`ê Adarê dest pê kiribû. Hemle heta niha berdewam e. Li rex wê jî, komîteyên hînkirinê girêdayî vîrûsa Korona hatin avakirin. Ev tîm derbasî taxên bajêr û malan bûn û ji şêniyan re rêbazên xweparastina ji vîrûsê, pêwîstiya girtina tedbîran û parastina paqijiya şexsî şîrove kirin.