Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê bi armanca alîkariya cotkaran û rêgirtina li ber keysbaziya li bazaran, dest bi belavkirina semada kîmyewî kir.
Komîteya Çandiniyê 3 hezar û 500 kîs semada Yorya li 46 cotkarên kantona Şehbayê belav kirin. Ev cure semad ji bo hilberînên genim û ce bi awayekî taybet tê bikaranîn. Komîte bi vê gavê dixwaze alîkariya cotkaran bike da ku hilberîneke bi kalîteyeke baş bi dest bixin.
Komîteya Çandiniyê ji bo her hektarek zeviyên bejî 100 kg û ji bo zeviyên avî jî 250 kg ji vê cureyê semad diyar kir.
Komîteyê heta niha 3 hezar û 500 kîs semad li cotkaran belav kirine.
Komîteya Çandiniyê bihayê her kîsê semadê ku ji 50 kg pêk tê, bi 24 hezar û 500 lîreyên Sûriyê diyar kir. Kîsê semadê bi heman pîvanê di nava sûkan de bi 27 hezar lîreyên Sûriyê tê firotin.
Girêdayî mekanîzmaya belavkirinê, destpêkê cotkar bi riya komîna gund daxwaznameyekê dişînin Komîteya Çandiniyê ya herêmê. Pişt re semad li gorî miqdarên berê hatiye diyarkirin, li cotkaran tê belavkirin.