Serhatî û çîrokên lehengiyê, 58 rojên berxwedanê yên li hemberî dewleteke ku endama NATO‘yê ye û doza girêdana bi welêt êdî bûye beşek ji jiyana şêniyên Efrînê yên ku neçar mane koçber bibin. Ji wan çîrokan yek jî ya Dunya Elûş e.
Di êrîşên artêşa Tirk a dagîrker yên ser kantona Efrînê ku 20`ê Çileya 2018`an dest pê kir de her kesî berdêla girêdana bi axa xwe ve da.
Di dirêjahiya 58 rojên qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de bi sedan çîrok û serpêhatiyên girêdayî gelê ku xwest bi azadî û demokratîk bijî, derketin pêş. Fedekariyên jinan di vî warî de nayên veşartin. Jinan roleke pêşeng di Berxwedana Serdemê de lîst.
Dunya Elûş (42) ji gundê Kûra yê navçeya Cindirêsê ya bakurê rojavayê bajarê Efrînê ye. Dunya dayika sê zarokan e; Menan, Hisên û Mihemed Hiso.
Dunya li gorî kevneşopên civakê yên berê di 17 saliya xwe de dizewice. Pişt 10 salan ango berî 15 salan hemserê wê Ehmed Hiso dimire. Dunya tevî her sê kurên xwe li mala bavê xwe ya li gundê Kûra dimîne û di nava zeviyan de kar dike.
Dunya kurên xwe li ser heskirina welêt mezin dike. Piştî salekê ji destpêkirina Şoreşa Rojava di 19`ê Tîrmeha 2012`an de kurekî wê tevlî refên şoreşê dibe.
Ji ber heskirina welêt û naskirina tevgerên Kurd Dunya tevî nexweşiya xwe di 2017`an de cihê xwe di nava refên Hêzên Parastina Civakî-Jin de digire.
DEMA BIRÎNDARAN DERMAN DIKE AGAHIYA ŞEHADETA KURÊ XWE DIBIHÎZE
Dunya dema alîkariya birîndaran û hemşîreyan dike, agahiya şehadeta kurê xwe dibihîze. Dunya wiha dibêje: “Dema min birîndar derman dikirin min his dikir ku her birîndarek kurê min Menan e.
Piştî berxwedana 58 rojan şêniyên Efrînê neçar man ji Efrînê ber bi kantona Şehbayê ve koçber bibin. Herwiha artêşa Tirk piştî dagîrkirina Efrînê şêniyên bajêr ên resen dan koçberkirin.
Dunya wiha dibêje: “Em neçar man ji bajarê xwe koçber bibin. Di rêwîtiya koçberiyê de xwîşka hemserê min ji ber dengê balafirên wefat kir. Balafiran sivîlên ji bajêr derdiketin kirin hedef. Ji ber wê min li çarxeriya Maratê li Efrînê ew binax kir. Pişt re me riya xwe ber bi Şehbayê ve domand.”
Niha Dunya tevî malbata birayê xwe li gundê Babnisê yê kantona Şehbayê dimîne.