Şêniyên bajarê Qamişlo gotin “Yekîtiya gelê Kurd wê bibe bendeke li pêşiya dijminan ku nikaribin komkujiyan bikin” û bang li partiyên kurdî kir ku destê xwe ji destê dijmin derxin.
Di her demê de gelê Kurd banga yekîtiya kurdî dike. Lê hê ti encamên berbiçav nehatine girtin. Lê gelê Kurd ji her demê zêdetir banga yekîtiyê dike. Lewre yekîtiya refên kurdî wê gel ji komkujiyan biparêze.
Selahedîn Helbo şêniyê bajarê Qamişlo ye, der barê pêwîstiya avakirina yekîtiya kurdî de nerîna xwe wiha anî ziman: “Yekîtiya gelê Kurd wê bibe bendavek li pêşiya dijmin ku nikaribe komkujiyan bike. Dema yekîtiyeke kurdî hebe biryareke kurdî hebe wê biştgireyek ji derveyî civaka kurdî jî çêbe. Eger her yek ji me li hêlekê bixebite mixabin wê cihê kêmasiyê be, ew kêmasî ne kêmasîyeke normal e. Bi wê kêmasîyê komkujî tên kirin. Eger em vegerin dîroka Kurdan bi sedan komkujî li ser Kurdan hatine kirin. Mîna, Helebce û Enfalan, sedema van komkujiyan parçebûna gelê Kurd e.”
Selahedîn Helbo ev bang kir: “Bi navê kurdîyatiyê, bi navê pêşketinê, bi navê yekîtiyê êdî Kurd dikarin her tiştî bikin. Doza mafên xwe bikin, di heman demê de Kurd derfetê nadin ku polîtîkayên qirêj li ser wan bên meşandn.”
Abdullîlah Xelef jî bang li rewşenbîrên Kurd û partiyên siyasî kir ku yekîtiyê çekin û got, em wek gelê Rojava daxwaziya yekitiyê dikin. Eger yekîtî çênebe wê her dem komkujî çêbin. Em bang li partiyên siyasî dikin ku yekîtiyeke kurdî çêkin ji bo bibin xwedî maf. Û divê paartiyên kurdî têkiliyên xwe bi dijminên gelê Kurd re rawestînin. Eger yekîtiya me çênebe wê gelek Helebce çêbin.