Siyasetmedar Mihemed Hisên got; “Fikrê Rêber Abdullah Ocalan ê projeya neteweya demokratîk riya tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye û divê li Rojhilata Navî pêk were.”
Dewlweta Tirk bi tecîrda giran ya li ser Rêber Abdullah Ocalan pîvanên exlaqî û qanûnên navdewletî tevan binpê dike.
Digel tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo, fikrê wî her ku diçe ji aliyê gelan ve pirtir tê pejirandin.
Bi taybetî bi Şoreşa Rojava re bi awayekî eşkere diyar bû ku riya çareskirina kaosa sîstema kapîtalîst û dewlet-netewe tê de enceq bir rêbaza sîstema neteweya demokratîk were çareserkirin. Ji ber wê her ku hat fêmkirin ev sîstem ji aliyê gelan ve pirtir hat pejirandin.
Derbarê nêrînên Rêber Abdullah Ocalan û girîngiya wê di çareserkirina aloziya Sûriyê û krîzên Rojhilata Navî de, berpirsê Bûroya Partiya Kesek a Kurdistanê ya navçeya Dirbêsiyê Mihemed Hisên ji ANHA‘yê re axivî û got divê her kes li sîstema Rêber Abdullah Ocalan pêş xistî xwedî derkeve.
Mihemed Hisên diyar kir ku gelên Rojhilata Navî di nava nakokî û krîzên siyasî de de dijîn, esasê van krîzan pergelên hakim û dewletên netewperest in.
Hisên wiha got: “Gelên herêmê têgihiştin ku ev pergal nikarin demokrasî û jiyana hevbeş pêk bînin. Lewre destpêka hatine avakirin ti xizmete pêşkêşî gel nekirine. Piştî karesat û aloziyên pergelên netewperest afirandine projeya neteweya demokratîk hêviya tekane ya çareserkirina nakokiyên li herêmê dimîne. Em dibînin ka çawa Rêveberiya Xweser hişt ku gelên herêmê bi hev re bijîn û di eniyekê de xaka xwe biparêzin.”
Hisên da xuyakirin ku projeya neteweya demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirî riya tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye û sîwana jiyana hevbeş ya gelan tevan e.
Berpirsê Buroya Partiya Kesk a Kurdistanê ya navçeya Dirbêsiyê Mihemed Hisên di dawiya axaftina xwe de got, divê projeya neteweya demokartîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatî rûniştandin li seranserê Sûriyê û Rojhilata Navî pêk were.