Şêxê êla El- Cewale Ebdurrehman El-Reşîd got, “Rêber Abdullah Ocalan xwedî nêrîn û fikrên ji tevahiya gelên herêmê re guncew in. Em bang li êl û eşîrên Ereb dikin ku roleke çlaktir bilîzin ji bo aloziyên herêmê çareser bikin û li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin.”
Şêxê êla El- Cewale Ebdulrehman El-Reşîd ê li herêma Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk bi zanabûn, agir bi daristana girava Îmraliyê xist û got, “Armanc ew e ku vîna gelên herêmê yên ku xwedî li fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derketine, bişkîne. Ji ber daxwazkyên gelêrî li hundir û derve dewleta Tirk neçar ma rê bide hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re.”
El-Reşîd da zanîn ku nêrîn û perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriya aloziya herêmê ne.
El-Reşîd îşaret pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê baş nas dike û wiha axivî: “Rêber Ocalan dizane ku pergalên serdest ên ku li ser bingeha çewisandina gelan ava bûne li ser desthilatên xwe ditirsin. Ji ber wê Tirkiye tecrîdek giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne. ”
‘JI ÊLÊN EREB TÊ XWESTIN KU ROLEKE DÎROKÎ BILÎZIN’
Di berdewama gotinên xwe de El-Reşîd rola ku êlên Ereb ji berê ve ji bo parastina welat û gel de dilîstin bibîr xist û got, “Îro ji her demê pitir jê tê xwestin, roleke dîrokî bilîze û vê pêvajoyê ber bi çareseriyek aştiyane ve birêve bibe, bi şêwazekê ku xizmeta gelên herêmê dike û li hemberê dagirkeriya derve tê sekinandin.”
El-Reşîd di dawiyê de bang li êl û qebîleyên Ereb kir ku rolek girîng ji bo berjewendiya Sûriyê bilîzin û got, “Ax û gelê wê biparêzin û yekitiya netewî di navbera pêkhateyên herêmê de ji Kurd, Ereb û Suryan bidin rûniştandin.”