Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Agirê Newrozê nayê vemirandin

20/03/2020
in Uncategorized
A A
Agirê Newrozê nayê vemirandin
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên Girê Spî yên ku koçberî Kantona Kobanê bûyîn, derbarê Newrozê de hestên xwe anîn ziman û gotin: “Her sal bi dilekî germ me Newroza xwe pîroz dikir û têkoşîna xwe di Newrozê de dida diyarkirin. Îsal jî tevî êrîş, koçberî û qedexekirinê, emê li ber deriyên mala xwe agirê Newrozê geş bikin.”

Dayîka bi navê Emîna Mustefa diyar kir ku her sal berî 21’ê Adarê cejna Newrozê amadekariya xwe dikirin û got: “Me bi şev agirê Newrozê geş dikir, bi roj jî, me cil û bergên Kurdî li xwe dikirin û Newroz pîroz dikir. Bi salan e em cejna Newrozê pîroz dikin, lê îsal ji ber belavbûna vîrûsa korona em nikarin weke her sa pîroz bikin. Dîsa jî emê li ber deriyê mala xwe agirê Newrozê  geş bikin, ji bo ku ew ruh bi me re zindî bimîne.”

Jina bi navê Leyla Xalid jî hestên xwe wiha anîn ziman: “Her sal  21’ê Adarê me li bajarê xwe pîroz dikir, lê îsal em koçber in û Newroz cudahiyeke xwe heye. Piştî belavbûna vîrûsa Korona, şahiya Newrozê weke her sal nayê lidarxistin. Dewleta Tirk û hevkarên wê ji bo tinekirina me êrîşî me kirin û em ji ser axa me koçber bûn. Tevî êrîş û koçberiyê jî emê dîsa agirê Newrozê li ber deriyê mala xwe geş bikin û Newroz 2020’an bi ruhekî germ pîroz bikin.”

Ciwana bi navê Necmê Mihemed jî Newroza 2020’an li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got, “çawa Kawayê Hesinkar şeva Newrozê agir geş kir, têkoşîn kir û roja nû hilat, emê jî bi wî ruhî têkoşîn bikin û li hember dijmin bi ser bikevin. Tevî ku em koçber bûne emê Newoza xwe pîroz bikin.”

Zaroka bi navê Emîna Xalid jî got em her sal vê rojê bi geşkirina agir û gerandina govendê pîroz dikin. Newroz li gelê Kurd pîroz be.”

 

 

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.