Ronîda Hacî- Sorgul Şêxo
Jina bi navê Fatma Fatê (61) her sal amadekariya 21’ê Adarê dike. Hem bi dilekî şad hem xemgîn diyar dike ku Newroz ji bo wê xwedî taybetmediyek mezin e û wiha dewam dike: ”Meha Adarê hem şahî hem jî xemgîniya me derdikevin pêş. Herwiha mehên biharê jin xwedî semboleke girîng in. Jin û bihar yek in. Lewre jin bi xwezayê ve girêdayî ye, bi hatina biharê şa dibe.”
‘Her amûr dîrokeke veşartî ye’
Fatmayê da zanîn ku her salê bi hatina biharê pêdiviyên dîrokî derdixe û mala xwe pê dixemilîne û wiha axivî: “Ez bi hatina biharê şa dibim. Îro min tiştên xwe yên dîrokî derxistine da mala xwe bi wan bixemlînim û pêşwaziya Newrozê bikim. Cil û bergên kurdî, kameraya min ku min bi wê rojên xweş û dîrokî kişandine. Weke din tiştên dîrokî yên weke cezwe û fanûsê. Her amûr dîrokek e. Heta sax bim ezê parastina wan bikim û biherê derxim.
‘Agirê Kawayê Hesinkar li hemberî desthiltdarî û zilmê pê xistî ti carî venamire’
Fatmayê di dewama axftina xwe de behsa Newrozê û kameraya xwe kir û wiha got: “Salên borî em bi hevalên xwe re derdiketin Newrozê, me cil û bergên kurdî ji xwe re çêdikirin da ku em derkevin Newroza xwe pîroz bikin. Wan salan Newroz ji bo Gelê Kurd qedexe bû. Lê digel wê em derdiketin newrozê. Em rastî işkenceyan dihatin. Lê em bi israr bûn û heya roja îro em bi israr in.
‘Şoreşa Rojava ji bo Kurda şansek e’
Fatmayê Şoreşa Rojava bi şansekî xweş ji bo gele kurd pênase kir û wiha got: “Ji bo me axaftina bi zimanê me, lixwekirina cil û bergên kurdî û pîrozbahiya Newrozê qedexe bû, lê îro di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de êdî ciwan û jinên me serbest in. Ji bo wê parastina ziman, xak û hebûna me erkê her kesî ye. Şoreşa Rojava roja me ronî kir.