Li navçeya Tirbesiyê ya kantona Qamişlo bi armanca piştgiriya aboriya civakî û belavkirina rêgeza kolektîv di kar de, gelek koperatîfên jinan hatin avakirin.
Armanca Komîteya Aborî ya Jinan a navçeya Tirbespiyê piştgiriya aboriya civakî, pêşxistina aboriya jinan, herwiha peydakirina pêwîstiyên welatiyan bi nirxên guncaw e.
Li kantona Cizîrê koperatîfên taybet ji bo jinan zêde bûne, yên girêdayî çandiniyê gihîştin 16an.
Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo piştî serkeftina koperatîfa baxçeyên sergirtî ku Komîteya Aborî ya Jinan destpêka sala 2017‘an dest pê kiribû ku gelek cûreyên zebzeyên havînî peyda kirin û 41 ton derbasî bazarên xwecihî kirin, koperatîf zêde bûn.
Koperatîfa Simbilên Rojava, ev koperatîf îsal bi beşdariya 10 jinên ji navçeya Tirbespiyê hatiye avakirin. Di vê çarçoveyê de gelek cûreyên zebzeyên zivistanî hatin çandin. Di baxçeyên sergirtî de şitlên hin zebzeyên havînî hatin danîn da derbasî bazarên xwecihî bikin. Komîteyê ji bo vê projeyê 500 donim erdê li rojhilatê navçeyê veqetand.
Bi armanca berfirehkirina koperatîfên çandiniyê yên taybet ji bo jinan komîteyê koperatîfek bi navê “Rojava” ava kir. Ji bo vê koperatîfê hezar donim erd hat veqetandin da zebzeyên havînî wekî xiyar, bacan, pîvaz û hin cûreyên din werin çandin.