Di encama şerê li paytexta Lîbyayê de 129 çeteyên Sûrî yên ku dewleta Tirk şandine, hatin kuştin û di heman demê de dewleta Tirk hê jî proseya şandina bi darê zorê li hundirê Tirkiyê dide meşandin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku di encama operasyona leşkerî ya li Lîbyayê de jimara çeteyên Sûrî yên ku hatine kuştin, bû 129.
SOHR`ê piştrast kir ku çeteyên hatîn kuştin ên Lîwa El-Mutesim, Firqet Sultan Murad, Seqir El-Şemal, Hemzat û Silêman Şah in û di encama operasyonên li eniyên Hey taxa Selah El-Dîn a başûrê Terablusê, eniya Remla a nêzî balafirgeha Terablusê û eniya Meşrû Hedebê, her wiha şerê Misrata û herêmên din ên li Lîbyayê de hatine kuştin.
MEAŞÊN ÇETEYAN KÊM KIRIN
Di heman çarçoveyê de SOHR’ê ragihand ku jimara kesên tev li artêşê bûne, li gorî jimara Tirkiyê diyar kiriye ku ji 6 hezar çete zêdetir bûye. Ji ber wê meaşên çeteyên sûrî yên ku şandine şerê li Lîbyayê kêm kirine.
Di demên derbasbûyî de Jimara çeteyên ku gihaştine paytexta Lîbyayê Terablusê heta niha gihşştiye 4 hezar û 750î, di heman demê de jimara çeteyên li Tirkiyê tev li perwerdeyê dibin jî gihîştiye hezar û 900î.