Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di belavoka belav kirî de wiha got:
“Ji ber xetera vîrûsa Korona li ser cîhan û herêmê, ji bo parastina selametiya welatiyan, em ji tevayiya welatiyên herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin van tedbîran bînin cih:
1-Qedexeya derketina derve li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sibeha roja Duşemê 23`yê Adarê ve, saet 6:00`ê sibehê dest pê dike.
2-Tevger û veguhestin di navbera rêveberiyên xweser û sivîl de û di navbera bajarên sereke de ji sibeha roja Şemî 21`ê Adara 2020`an ve saet 6:00`an sibehê tê qedexekirin.
3-Tevayiya xwaringeh, bazar, parkên giştî, iyadetên taybet, holên şahiyan û konên sersaxiyê tên girtin.
4-Ji vê qedexeyê tevayiya nexweşxane, navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor, Heyva Sor, dermanxane, komînteyên pakkirinê, karkerên paqijiyê, firin, dikanên firotina madeyên xwarinê, erebeyên veguhestina madeyên xwarinê, şîrê zarokan, sahrîcên sotemenî derveyî qedexeyê ne.
5-Divê welatî tedbîrên hatîn bîrxistin bînin cih û her muxalefeyek wê xwediyê wê rastî berpirsyariya qanûnî were.