Xebata Tifaqa Kurdistanî bi pêmana 32. ya komkujiya Helebceyê, diyar kir ku jenosîda Helebceyê bi şermezar dikin û wiha hat gotin: “Erkû her partî û Kurdistaniyan ew e ku rastiya neteweya Kurd bibinin û ji bo yekîtiyê bixebitin. Bi vî rengî dikarin pêşiya jenosîdên nû yên mîna Helebce bigirin.”
Di daxuyaniya Xebata Tifaqa Kurdistanî, ya li Bakurê Kurdistanê de wiha hat gotin: “Berî 32 salan rejima Iraqê bi çekên kîmyayî êrîşî bajarokê Helebce kir. Di vê êrîşa hovane de 5 hezar Kurd hatin kuştin û bi hezaran jî birîndar bûn. Her çenda, li gorî qanûnan û destûrên navdewletî, bikaranîna çekên kîmyayî qedexe be jî, rejima Iraqê bê tirs û fikar li ber çavê cîhanê çekên kîmyayî bi kar anîn û li dijî Kurdan jenosîdeke mezin kir. Gelê Kurd ji ber vê jenosîdê hê jî di xeterê de dijî. Dema mirov li dîroka Kurd û Kurdistanê dinêre, dibîne ku gelek karesatên bi vî rengî hatine serê neteweya Kurd. Kurd ji bo ku mafên xwe yên mirovî bi dest bixin, gelek berdêlên giran dane. Niha jî ji bo parastina van deskeftiyan û mayîndekirina wan, divê teqez avakirina yekîtiya neteweyî erkekî dîrokî bibînin. Di rewşeke wiha de; erkê partî û hêzên Kurdistanî ew e ku rastiya neteweya Kurd bibinin û ji bo yekîtiyê bixebitin. Kurd bi vî rengî dikarin pêşiya jenosîdin nû yên mîna Helebceye bigirin. Em jenosîda Helebceyê bi dijwarî şermezar dikin.”