Sunday, June 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûriye xelateke jeosiyasî ye û divê were bidestxistin’

16/03/2020
in Uncategorized
A A
Sûriye xelateke jeosiyasî ye û divê were bidestxistin’
Share on FacebookShare on Twitter

Pisporê Emerîkî Dr. Thoreau Redcrow got “Sûriye mîna textê kişika cîhanî ye. Aliyên destwerdanê dikin, ne wek pirsgirêkekê, wek xelateke jeosiyasî lê dinêrin û dixwazin bi dest bixin. Fikrê Ocalan nexşeriyeke demokratîk a alternatîf e. Kurd wê bibin hêza yekê ku hewl didin Rojhilata Navî ava bikin.”

Aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ya dehan bû û hê çareserî dûr e. Lewre aliyên destwerdana Sûriyê kirîn, dixwazin temenê vê aloziyê dirêj bikin, heta asta herî bilind sûdê jê bigirin û Sûriyê parçe bikin. Girêdayî vê mijarê ajansa nûçeyan Hawar bi pisporê nakokiyên navneteweyî û kar û barê Kurdan yê Emerîkî Dr. Thoreau Redcrow re hevpeyvînek kir. Hevpeyvîn wiha ye:

Li ser pirsa ajansê wiha axivî: “Mixabin Sûriye bûye textê kişika cîhanî. Gelek dewlet ji ber berjewendiyên xwe yên jeosiyasî bi wekîlan destwerdana Sûriyê dikin.

Emerîka, Rûsya û Îran, Sûriyê ji bo ceribandina vîn û sozên xwe bi hev re bi kar tînin. Ji wê zêdetir, Tirkiye dixwaze projeya xwe ya Osmanî ya nû fireh bike. Hêvî dike bakurê Sûriyê tevlî erdê xwe bike, yan jî mîna bakurê Qibrisê bike. Di heman demê de Rêveberiya Xweser hewl dide mîna rêveberiyeke xweser herêmê li ser bingehê pirrengî û wekheviyê di navbera her du zayendan de ava bike.

Li ser nakokiyên Emerîka û rûsy jî Redcrow wiha axivî: “ Emerîka û Rûsya nikarin bi awayekî eşkere şerê hev bikin. Lewre li cem her duyan jî çekên nukleerî hene.” Û li ser siyaseta Tirkiyê jî got, Tirkiyê xwest rê li pêşiya Rojava yan jî Rêveberiya Xweser bigire da negihîje deryayê. Ji ber wê Efrîn dagîr kir û desteka komên cîhadî li Idlibê dike.

Li ser pirsa çima aloziya li Sûriyê çareser nabe, Redcrow wiha axivî: “Sûriye ne pirgirêkek e ku divê çareser bibe. Xelateke jeosiyasî ye ku divê were bidestxistin. Emerîka jî hêvî dike bi hilweşandina pergala El-Esed, nehêle Rûsya baregeha deryayî ya li Deryaya Spî li Tartusê bi dest bixe. Sûriyê hewl dide rê li pêşiya Emerîka bigire.

Li ser mijara Kurdan jî wiha got: “Madem ser 40 milyonî re Kurd li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê hene û di hebûna kurdî de mafên wekheviyê çi bi riya rêveberiyeke xweser yan jî serxwebûnê li tevayiya herêmên ku lê dijîn nîne, wê nakokî dewam bike.

Dr. Thoreau Redcrow herî dawî got, “fikrên Ocalan ji bo her dewletekê li Rojhilata Navî xeter in. Lewre nexşeriyeke demokratîk a alternatîf peyda dike. Bi şêwazeke ku mozaîka pirreng a herêmê xwe bixwe bi rê ve bibe. Ev jî tevayiya pergalên zordest û malbatên desthilatdar tehdîd dike.

 

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (2)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (2)

21/06/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
JIN

Wê hevsengiya jiyanê çawa were avakirin?

21/06/2025
Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin
ÇAND Û HUNER

Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin

21/06/2025
‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.