Bi durişma “Yekîtiya ciwanên Kurd bingehê yekîtiya neteweyî ya kurdî ye” Meclisa Ciwanên Kurd komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Komxebat li hola zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo bi beşdariya 150 nûnerên ji rêxistinên siyasî yên ciwanan, endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – Rojava (KNK) li dar ket. ENKS jî ji bo panelê hatinbûn vexwendin, lê beşdar nebûn.
Di komxebatê de endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Rojava Ebîr Hesaf axivî. Ebîr Hesaf gavên ciwanên Kurd ji bo yekîtiya kurdî avêtîn, silav kir û hêvî kir ku denge Kurdan li Rojava bibe yek.
Pişt re dengê rewşenbîrên Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî ku tê de behsa rola ciwanan dike hat guhdarkirin.
Di komxebatê de li ser van 3 xalan nîqaş hat kirin; girîngiya yekîtiya kurdî, astengiyên wê û çareserî.
Derbarê astengiyên li pêşiya yekîtiya kurdî, ciwanan diyar kir ku hin kesayet û partiyên Kurdî berjewendiyên kesayetî li ser berjewendiyên giştî yên gelê Kurd re digirin. Herwiha hat gotin divê ciwanên Kurd bibin yek û li hemberî van kesayet û partiyan bisekinin, li hemberî planên derve re hişyar bin û ji bo avakirina yekîtiya kurdî bixebitin.