Saturday, June 21, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji şerê wekîlan veguherî şerê esîlan

18/03/2020
in Uncategorized
A A
Ji şerê wekîlan veguherî şerê esîlan
Share on FacebookShare on Twitter

Xetera herî mezin a li ser gelê Sûriyê destwerdana Tirkiyê ye. Şoreşa Sûriyê pir dirêj nekir û veguherî aloziyeke bi girêk ku ev 9 sal in dewam dike. Di dirêjayiya van salan de hêzên herêmî û navdewletî destwerdana Sûriyê kirin û veguherandin qada şerên dijwar. Gelo di van salan de gelê Sûriyê çi kişand?

Bihara Gelan ku sala 2010`an dest pê kir, bandor li piraniya welatên ku gelê wan di binê zexta desthilatdariyê de, kir. Bi agirê Mihemed Bo Ezîzî bi bedena xwe xistî, serhildanê li Tunisê dest pê kir û xwepêşandanên girseyî li seranserê Tunisê belav bûn. Pişt re li Misir, Lîbya û Yemenê jî belav bûn.
ÇIRÛSKA ŞOREŞÊ LI SÛRIYÊ ÇAWA PÊ KET?
Wekî gelek welatên din ên Ereban, Sûriyê jî para ji vê Buharê girt. Destpêkê gelê Deraayê li dijî hikumeta Sûriyê rabû, pişt re weke çirûska yekê û ya herî girîng di şoreşa Sûriyê de Îna Rûmetê 18`ê Adara 2011`an dest pê kir. Piştî ku zarokan li ser dîwaran nivîsên xistina rejîmê nivîsîn, li gelek bajarên Sûriyê xwepêşandanên girseyî çêbûn.
Lê hikumeta Sûriyê bi dijwarî bi ser xwepêşandanan de çû. Guh neda daxwaziyên gel ên azadî, edalet û wekheviyê û li dijî xwepêşandêran çek bi kar anî. Ev serhildan li piraniya bajarên Sûriyê belav bû.
DESTWERDANÊN DERVE BERÊ ŞOREŞÊ GUHERTIN
Piştî ku welat bû şanogeheke şerê leşkeri, siyasî û cihê tesfiyekirina hesabên hêzên herêmî û cîhanî, tevgera gelêrî li Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû. Qonaxeke bixwîn dest pê kir. Di demekê de ku beşekî mezin ji xelkê Sûriyê ji welatê xwe koç kir, Sûriye ji bo dewletên cîhanê bû qadeke vekirî. Pişt re dewleta Tirk a dagîrker çek derbasî Sûriyê kirin. Bi vê re guhertineke mezin di xwepêşandanên aşîtyane de çêbû û li Sûriyê şerê desthilatdariyê dest pê kir.
Bi veqetîna di nava hêzên hikumeta Sûriyê de, dewleta Tirk a yekemîn bû ku destwerdan di kar û barê Sûriyê de kir. Tirkiye li ser erdê xwe kesên ji hikumeta Sûriyê veqetiyayîn perwerde kirin û bi serkêşiya istîxbaratên leşkerî “Artêşa Azad a Sûriyê” ava bû.
Di Tîrmeha 2011`an de, dewleta Tirk bi hevkariya Erebistana Siûdî û Qeterê piştgirî û çek pêşkêşî “Artêşa Azad”kir.
Bi destwerdana Îranê re Emerîka jî destwerdan kir da piştgiriya çekdaran bike. Emerîka destpêkê piştgirî bi xwarin û alavên veguhestinê kir, pişt re istîxbaratên Emerîkayê komên çekdar li Tirkiyê de, perwerde kirin.
KUŞTIN, RÛXANDIN Û ABORIYEKE TÊKÇÛYÎ…
Ji ber destwerdanên derve û şerê desthilatdariyê, Sûriyê bi temamî hat rûxandin. Di aliyê mirovî de, li gorî daxuyaniya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR`ê ya 4`ê Çileya 2020`an, ji destpêka aloziyê ve li derdora 585 hezar kes hatine kuştin û bi milyonan xelkê Sûriyê li derveyî welêt bûne penaber. Herwiha ji ber şer bi milyonan koçberî herêmên din ên hundirê Sûriyê bûne. DewletaTirk a dagîrker jî bû sedema bi sed hezaran gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku herêmên pirniya xelkê wê Kurd bûn dagîr kir, ku herî dawî di Cotmeha 2019`an de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir.

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (2)
NÛÇE

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (2)

21/06/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
JIN

Wê hevsengiya jiyanê çawa were avakirin?

21/06/2025
Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin
ÇAND Û HUNER

Roz û Rojîn mijarên jin û civakê di tabloyên xwe de xêz dikin

21/06/2025
‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’
NÛÇE

‘Ji bo dadmendî pêk were divê sûcdar werin darizandin’

20/06/2025
20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî
ROJEV

20’ê Pûşberê Roja Koçberan a Cîhanî

20/06/2025
9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.