Hînî hunera xemilandina şarpeyan bû û di nava jinan de belav dike. Niha vê hunerê fêrî jinên ciwan jî dike. Şêniya ji Efrînê Silava Mistefa bi riya vê pîşeyê gelek jin di xebateke komînal de kom kirin.
Hunera çêkirina dora şarpeyan ji hunerên çandî tê hesibandin. Herwiha lêçûna wê kêm e û karê wê hêsan e. Efrînî ji wan re dibêjin ‘şaşî’. Şaşî xweşikbûnê dide kesên li xwe dikin. Rengên cuda tê de hene û bi morîkan tên xemilandin. Wek starekê ji bo serî yan jî wek xemleke li ser milan an jî di odeyên malê de wek semboleke çandî tên bikaranîn.
Gelek jinên Efrînê vê pîşeyê dizanin. Yek ji wan jî Silava Mistefa (20) ye. Silava ji şêniyên gundê Badîna yê girêdayî navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye. Mîna bi hezaran şêniyên kantona Efrînê, ew jî ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê tevî malbata xwe neçar ma ber bi navçeya Erhez ve koçber bibe.
Silava pîşeya çêkirina dora şaşiyan di 13 saliya xwe de ji cîrana xwe ya temenmezin li gund fêr dibe. Piştî koçberiyê li navçeya Ehrezê careke din dest bi vê pîşeyê dike
Pîşeya çêkirina dora şaşiyan, ne hüner tene ye, jinên herêmê jî li hev kom dike. Li mala Silava jin kom dibin û di ber çêkirina dora şaşiyan re nîqaşên girêdayî girêdana bi çand û kulturê û rola jinan di parastina wê de dikin. Silava jinên ciwan ên navçeyê fêrî vê hunerê dike.