Wehîde Mihemed ji salên 90’î ve hunera dirûnkariyê dike, mîras û çanda kurdî diparêze. Herwiha tevî gelek koçberan jî di dirûnkarî û fêrkirina keçan a dirûtina cilên efrînî de bi israr e.
Wehîde Mihemed (50) ji şêniyên gundê Kobekê yê naçeya Mabeta ye û dayîka 4 zarokan e. Weke bi hezaran şêniyên herêmê koçberî kantona Şehbayê bû û li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê bi cih bû.
Hezkirina Wehîde ya dirûnkariyê hişt ku bibe pispor. Herwiha di destpêkê de li mala xwe ya Şêxmeqsûdê kar kir û heta çend salan dirêj kir. Lê belê di encama êrîşên komên çete yên ser bajarê Helebê de, Wehîde tevî alavên xwe yên dirûnê koçberî kantona Efrînê bû da li wir dest bi xebatê bike û 8 salan dom kir.
Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliye dewleta Tirk ve, Wehîde neçar ma tevî şêniyên din berê xwe bide kantona Şehbayê. Li Şehbayê, Wehîde dîsa tevî derfetên kêm xebata xwe vejand.
Têkildarî parastina kevneşopiyê Wehîde Mihemed wiha axivî: “Dem min dest bi karê dirûnê kir, jinan cilên folklorîk li ber xwe nedikirin. Lê belê piştî şoreşê, pêşwaziyeke mezin a lixwekirin û dirûtina cil û bergên kurdî yên efrînî hebû.”
Wehîde wiha domand: “Xewna Erdogan ew bû ku em mîras û kevneşopên xwe winda bikin. Lê belê em wek jin ti carî kevneşopî û mîrasa xwe ji bîr nakin û emê pirtir pê ve girêdayî bin.”