Beyan Behramî (41) jineke ji bajarê Sîne yê Rojhilat e. Behramî hunermendek e ku ji kartonên hêkan, bi zelîqokê û ardê garisan maskeyan çêdike. Bi pêmana 8’ê Adarê û ji bo Newrozê, pêşengehek bi navê “Maskeyên Diaxivin” ya ku hestên jinan temsîl dike li Galeriyayê vekir. Behramî, got: “Di her maskeyê de çîroka jinekê heye.”
Beyan Behramî di serî de li Başûrê Kurdistanê dema ku zanîngehê dixwîne dest bi çêkirina maskeyan ya ku bi kartonên hêkan, zelîqok û bi ardê garisan tên çêkirin dike. Li Amedê li Bazargeha Galeriyayê bi pêmana 8’ê Adarê û ji bo Newrozê pêşangeh vekiriye. Pêşengeh di 9’ê Adarê de vebûye û wê heta 24’ê mehê berdewam bike. Pêşangeh ji hêlekê ve afirandina jinê dide der û ji hêla din ve jî bi maskeyên çêkirîn ku dayîkeke laçikspî, jineke nîvê rûyê wê girtîgehê, nîvê din jî azadiyê temsîl dike û ji maskeya ku devê jinekê bi bandê hatî girtin û yê maskeyeke din jî çavê wê bi bizmarekî hatî girtin rûyê jinê carnan weke nîşana azadiyê, carna weke tofanên ekolojiyê, carna xwezaya ku bi her cureyî reng vedide û carna jî weke qutkirina dengê jinê nîşan dide.
Behramî (41) ji Rojhilatê Kurdîstanê bajarê Sînê ye û li wir dizewice û niha jî dayika 2 zarokan e. Behramî pêşî li Zanîngeha Tahranê beşa sêwirandin û modelîstiyê dixwîne û heta demekî sêwirandina cilên şanoyê li Îranê dike. Pişt re jî ji bo Zanîngehê derbasî Silêmaniyê dibe. Li Silêmanî beşa turîzmê li Zanîngeha Silêmaniyê dixwîne û mezun dibe. Piştî ku Zanîngehê xelas dike ew hevjînê xwe êdî li başûr dijîn û li wir dixebitin. Dema ku DAÎŞ êrîşî Hewlerê dike û rewşa aborî tevlîhev dibe Beyam Behramî û hevjînê wê Mehdî Ehmed Puriyan berê xwe didin Bakurê Kurdistanê. Demeke kurt li Stenbolê dijîn û pişt re jî tên li Amedê dijîn. Ev 2 sal û nîv e ku li Amedê dijîn.