Kooperatîfên çandiniyê yên jinan, li bajarên herêma Cizîrê hewl didin bi jinan re eleqedar bin da rola wan ji aliyê aborî ve xurt bikin û rola jinan di geşepêdana aborî de bi hêz bikin.
Kooperatîf li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêşxistina aboriya herêmê û afirandina karê komî yê hevgirtî di navbera endamên civakê de roleke mezin dilîzin. Herwiha dixwazin derfetên kar û jêdarên qûtê malbatan peyda bikin.
Komîteya Aboriya Jinan a Kongreya Star kooperatîfên çandiniyê yên jinan li herêma Cizîrê dişopîne. Kongre girîngiyê dide jinên ku derfetên wan sînordar in ku tev li koopratîfê bibin. Bi armanca ku desteka wan bikin û derfetên kar ji wan re peyda bikin, tevî ku wan birêxistin bikin.
Li herêma Cizîrê 16 kooperatîfên çandiniyê yên taybet ên jinan hene. Tê de 409 jin şirîk in, di wan kooperatîfan de genim, ce û baqûlî tên çandin.
Li herêma Dêrikê rûbera zeviyên ku tê de kooperatîf hatine çêkirin, 580 hezar donim e. Bi tevlêbûna 147 jinan. Li navçeya Tirbespiyê kooperatîf li hezar û 500 donim bi tevlibûna 30 jinan hatin avakirin. Li herêma Girkê Legê rûbera zeviyên ku kooperatîf tê de hatine vekirin 6 hezar donim in bi tevlibûna 76 jinan. Li navçeya Amûde 210 donim di kooperatîfekê de bi tevlibûna 10 jinan hatin çandin. Li kantona Hesekê qada ku di 7 kooperafîtan de bi tevlibûna 146 jinan hate çandin gihaşt derdora 10 hezar doniman.
Li navçeya Serêkaniyê ya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kir, 42 hezar donim di 4 kooperatîfan de bi tevlêbûna 150 jinan hatibûn çandin.