Sena Ebas ku ji ber êrîşan ji warê xwe koçber bûye, li hemberî şert û mercên zehmet bi vîn û israra xwe komeke mûzîkê ava kir. Koçberî li pêşiya geşkirina hunera wê ya jenîna piyanoyê nebû kelem.
Dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê di êrîşên xwe yên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di serî de qirkirina çanda gelên herêmê kirin hedef.
Di encama êrîşên artêşa dagîrker û çeteyên wê de ku heta niha jî dewam dikin, zêdeyî 300 hezar sivîlî ji herêmên li ser sînor ên Tirkiyê dagîr kirin, koçberî deverên din yên Rêveberiya Xweser bûn.
Her koçber li gorî hêza xwe û bi şêwazê xwe berxwedanê didomîne. Ji wan jina bi navê Sana Ebas ya ji bajarê Serêkaniyê ye. Sanali piyano dide.
Sena ku koçberî Reqayê bûye, koçberî li pêşiya pêşxistina hunera xwe astneg nedît û bû hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê.
Sena Ebas ya ji gundê Um Îzam yê Serêkaniyê, peymangeha mûzîkê xwendiye. Sena bi dayîna dersên mûzîkê ji bo zarokan li navenda çandê ya Serêkaniyê dest pê dike pişt re dibe endameke Yekitiya Hunermendan.
Sena diyar kir ku tevî koçberiyê teslîm nebû, hunera xwe domand û zarokan perwerde dike. Sena bi hevkariya navenda Çand û Hunerê ya Reqayê koma zarokan a stranan ava kiriye.
Li ser bajarê xwe Serêkaniyê Sena Ebas wiha dibêje: “Bajarê min mîna baxeke gulên rengûreng bû. Dagîrekriya Tirk û çeteyên wê wêran kirin û şêniyên wê koçber kirin.