Kombûna Çandî ya Heleb serhildana 12`ê Adarê û şehîdên wê bi vêxistina mûm û danîna daxuyaniyekê bibîr anîn. Kombûnê di daxuyaniyê de teqez kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi çareserkirina doza Kurd ve girêdayî ye.
Ji bo bîranîna şehîdên serhildana 12`ê Adarê, kombûna Çandî ya Heleb çalakiyek lidar xist. Bi dehan endamên kombûnê tev li çalakiyê bûn. Çalakî li herêma El-Cibênat li taxa Şêxmeqsûd lidar ket.
Hevserokê Kombûna Çandî ya Helebê Leyla Xalid daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
Îro salvegera 16`an a serhildana 12`ê Adarê ye. Ji beriya 16 salan yanî di 2004`an de li bajarê Qamişlo destpê kiriye û heya tevahiya herêmên Kurd li Sûriyê belav bû. Ev serhildan tovika yekemîn a şoreşa Sûriyê bû.
Hinek kesan hewl dan armancên serhildanê bilîzin, fîtne û tovên parçebûnê di navbera gelê Sûriyê de biçînin.
Bi navê Kombûna Çandî ya Helebê em bejna xwe li ber tevahiya şehîdên serhildanê ditewînin. Em berxwedana girtiyên ku destanên berxwedanê xêz kirin silav dikin.
Bi rêya vê boneyê em dixwazin bêjin, em hêvî dikin ku hemû sûd ji aloziyê girtibin. Her wiha em hêvî dikin ku aloziya welatê me Sûriyê û azarên gelê Sûriyê bi rêya tunekirina tevahiya cureyên tundiyê û dagirkeriyê, bidawî bibin. her koçber û paneberek vegere warên xwe û ewlehî tê de serwer be.