Kooperatîfên çandiniyê yên taybet bi jinan li bajarên herêma Cizîrê hewl didin bi jinan re eleqedar bin da ku rola wan ji aliyê aborî ve xurt bikin û rola jinan di geşepêdana aborî de bi hêz bikin.
Kooperatîf li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke girîng di pêşxistina aboriya herêmê û afirandina karê komî yê hevgirtî di navbera endamên civakê de dilîzin. Her wiha armanc dikin ku derfetên kar û jêdarên qûta malbatan peyda bikin.
Komîteya Aboriya Jinan a Kongreya Star kooperatîfên çandiniyê yên jin li herêma Cizîrê dişopîne. Kongre girîngiyê dide jinên ku derfetên wan sînordar in da ku tev li koopratîfê bibin. Bi armanca ku desteka wan bikin û derfetên kar ji wan re peyda bikin, tevî ku wan bi rêxistin bikin.
Li herêma Cizîrê 16 kooperatîfên çandiniyê yên taybet ên jinan hene. Tê de 409 jin şirîk in, di wan kooperatîfan de genim, ceh û baqûlî têne çandin.
Li herêma Dêrikê rûbera zeviyên ku tê de kooperatîf hatine çêkirin, 580 hezar donim e bi tevlêbûna 147 jinan. Li navçeya Tirbespiyê kooperatîf li hezar û 500 donim bi tevlibûna 30 jinan hatin avakirin. Li herêma Girkê Legê rûbera zeviyên ku kooperatîf tê de hatine vekirin 6 hezar donim in bi tevlibûna 76 jinan. Li navçeya Amûde 210 donim di kooperatîfekê de bi tevlibûna 10 jinan hatin çandin. Li kantona Hesekê qada ku di 7 kooperafîtan de bi tevlibûna 146 jinan hate çandin gihaşt derdora 10 hezar doniman.
Li navçeya Serêkaniyê ya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kir, 42 hezar donim di 4 kooperatîfan de bi tevlêbûna 150 jinan hatibûn çandin.
Di çarçoveya kooperatîfên çandiniyê de yên ku Komîteya Aborî ya Kongreya Star endama rêveber a Kooperatîfa Çandiniyê ya bajarokê Tobez ê girêdayî navçeya Amûdê Mehe Zoro got komîte ji wan re zeviyên gundê Ciwarde pêşkêş kirin. Tê de 10 jin şirîk in; du jin ji malbatên şehîdan, 3 ji malbatên ku qûta wan sînordar e û 5 jinên bêkes in.
Mehe wiha domand: “Komîteya Jinan semad û derman ji jinan re pêkêş kirin da ku zeviyek bi rûbera 375 doniman biçînin. Zevî bi genim, ceh û baqûlî hatin çandin. Piştî berhevkirina hilberînê komîteyê tovên ku pêşkêş kirine vegerandin û qezenca kooperatîfê hate parvekirin.”
Girêdayî armanca kooperatîfan Mehe got: “Armanc vedîtina hilberînek çandiniyê ya hevkar dûrî tekekesiyê ye. bi şêwazekê ku xizmeta berjewendiya jinan dike. giyana hevkariyê û jiyana hevpar di navbera jinan de belav bike. Alîkariya madî bi rêya kooperatîfan ji jinan re pêşkêş bike.”