Rayedarekî Partiya Pêşerojê ya Sûriyê piştrast kir ku wan 26 kongre ji navçeyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dar xistine û amaje bi nêzîkbûna lidarxistina kongreya giştî ya partiyê kir.
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li navçeyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreyên xwe li dar xistin, niha jî amadekariyên lidarxistina kongreya giştî dike. Têkildarî girîngiya lidarxistina kongreyan, serokê Nivîsgeha Giştî ya partiyê Elî Himêdî ji ANHA’yê re
axivî.
Himêdî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê destpêkê bi armanca belavkirina bername, fikrên partiyê û armanca partiyê, birêxistinkirina partiyê tenê komîteyên xwe li gund, bajaran û navçeyan ava dikirin.
Têkildarî girîngiya lidarxistina kongreyan Himêdî got: “Bi nêzîkbûna dema lidarxistina kongreya giştî ya partiyê û hîn zêdetir xwe di nava gel de bidin naskirin, diviyabû li ser esasê mekanîzmaya rêxistinî gel bihata birêxistinkirin. Li ser vî esasî me kongreyên navçeyan li dar xistin û meclisên partiyê li navçeyan ava kirin, bi vî rengî dê di vê pêvajoya hesas de yekitiya gel mîsoger bibe.”
Himêdî diyar kir ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li navçeya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê anku li herêmên wekî Cizîr, Firat, Efrîn û Şehbayê 26 kongre li dar xistin. Di heman
demê de partî hîn jî kongreyên bi armanca amadekariyên lidarixistina kongreyên şaxên parêzgehan dike û dê kongreya giştî jî li dar bixe.
Der barê nirxandina partiyê ji kongreyên hatine lidarixstin de Himêdî got kongre li gorî plansaziyan bi rê ve çûn, serokên meclisên navçeyê û cîgirên wan, endamên meclisa partiyê li navçeyan, endamên kongreyên şaxan hatin hilbijartin.
Elî Himêdî di dawiya axaftina xwe anî ziman ku dê di pêvajoyê bê de kongreyên şaxan werin lidarxistin, di kongreyên şaxan de dê serokatiya meclisa parêzgehê, cîgir, endamên meclisa parêzgehê, komîteyên disîplîn û endamên kongreya giştî werin hilbijartin.
Tê zanîn ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li bajarê Reqayê di 27’ê Adara 2019`an de bi slogan “Ber bi Sûriyeke nenavendî, pirreng û demokratîk ve” hate ragihandin û li ser vî esasî meclisa giştî ya partiyê ji 81 endam, sekreterê giştî û serokê partiyê hatin diyarkirin.