Hat diyarkirin ku Cejna Newrozê ya bi girseyî dihat pîrozkirin, ji ber koronavîrûsê hatiye betalkirin.
Partî û pêkhateyên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, diyar kirin ku Cejna Newrozê ji ber koronavîrusê hatiye betalkirin.
Nûnerên KCD, TJA, DBP, HDP, Partiya Azadî, DDKD, PÎA, KKP, KDP-Bakur derbarê Cejna Newrozê ya di 21’ê Adarê de li avayiya KCD’ê ya li Amedê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat diyakirin ku Cejna Newrozê ya bi girseyî dihat pîrozkirin, ji ber koronavîrûsê hatiye betalkirin.
Di daxuyaniya ji bo Newrozê de wiha hat gotin:
“Çawa ku tê zanîn 11’ê Adara 2020’an me daxuyaniyeke hevpar dabû û diyar kiribû ku me ji bo Cejna Newrozê ya bi coş û heybet xebata xwe ya amadekariyê daye destpêkirin.
Lê ji ber koronavîrûsê ya li hemberî mirovayiyê bûyî gefeke mezin, em bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re, du roj in nîqaşan dikin.
Piştî nîqaşan derket holê ku li Tirkiyeyê jî vîrûsa koronayê hatiye dîtin û li gorî me tendirustiya gelan ser her tiştî re ye. Ji ber wê me biryar da ku wê betalkirina pîrozbayiyên Cejna Newrozê gelek girîng be.
Em ji gelê xwe û ji civaka navneteweyî re radigihînin ku çalakiyên girseî yên Cejna Newroza 2020’an hatine betalkirin.”