Dewleta Tirk a dagîrker di êrîşa xwe ya ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî de, dibistan û navedên perwerdê bombebaran kirin. Di encamê de, bi hezaran zarok ji dibistanên xwe dûr ketin.
Dilîn EHMED/Ronahî Qamişlo
Dewleta Tirk, di êrîşa 9`ê Cotmeha 2019an a ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi taybetî Serê Kaniyê û Girê Spî, jin û zarok kirin hedef. Herwiha saziyên zanistî û xizmetgûzariyê jî bombebaran kirin. Di encamê de zarok jî ji mafê xwe yê herî xwezayî ku perwerde ye, bêpar man. Zarokên koçberan li gorî cihên lê bi cih dibin, ji dibistanekê diçin dibistaneke din. Ev jî bandorê li perwerdeyê dike.
Ji ber êrîşan li bajarê Serê Kaniyê 23 hezar û 360 xwendekar ji perwerdê dûr ketin. Ji bo xwedîderketina li van xwendekaran û domandina perwerdeyê Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurdî li Kampa Waşokanî dibistanek ava kirin.
Ew dibistan li gorî sê beşan -seretayî, navî û amadeyî- hatiye amadekirin û 73 mamoste hatine diyarkirin. Saziyên xwecihî, xwendekarên Efrînê, gel û Heyva Sor a Kurdî, ji bo xwendekaran alavên dibistanê bi cî kirin.
WÊ BI ZANISTÊ PAŞROJA XWE RONÎ BIKIN
Ji Rêveberiya Komîteya Perwerdê a Kampa Waşokanî Mihemed Hacî, li ser rewşa perwerdê a li kampê, ji rojnameya me re axivî. Mihemed Hacî wiha got: “Li ber çavê cîhanê tevê, dewleta Tirk êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di encamê de bi hezaran malbat ji warê xwe koçber bûn. Ev bû sedema dûrketina zarokan ji dibistanên xwe. Hem dûr ketin, hem koçberiyê bandor li derûniya wan kir. Ji bo xwedîderketina li wan, wek komîteya perwerdeyê, bi avakirina kampê re me dest bi perwerdeyê kir. Bi derfetên heyî, em bi xwendekaran re dibin alîkar. Destpêkê jimara xwendekarên her sê beşan 1150 bû. Lê jimar roj bi roj zêde bû heta gihîşt 1700 xwndekarî.”
Mihemd axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku jimara xwendekaran zêde ye (1700) û konên dibistanê kêm in, (17) em zehmetiyê dikişînin. Ji bo wê em mecbûr dibin saetên perwerdeyê kêm bikin. Niha her beşeke xwendekaran rojê sê seatan perwerdeyê dibîne.”
Mamoste Maya Etiya jî li ser heman mijarê wiha axivî: “Tevî rewşa zehmet a xwendekar tê re derbas bûyîn, xwesteka wan a perwredeyê pir e. Em jî kêfxweş dibin ku xwendekar ji bo perwerdeya xwe van êrîşan asteng nabînin. Çawa ku tê zanîn, di nava civakê de rola mamosteyan girîng e, bi taybetî di rewşên şer de. Lê divê mamoste jî baş bizanin ka çawa û bi çi rêbazî nêzî xwendekaran bibin. Di dawiyê de vê dibêjim; wek mamoste heta ji me were emê nehêlin zarok ji perwerdeyê qut bibin û tişta ji me were xwestin emê bikin.”
JI BO ŞKANDINA DAGÎRKERIYÊ EMÊ ZANISTÊ PÊŞ BIXIN
Xwendekarê refa şeşan Wîsam Mihemed jî, li ser perwerdeyê wiha axivî: “Tevî ku em ji dibistan û bajarên xwe dûr ketine, xwesteka me ya fêrbûnê ti carî kêm nebûye. Ez bi mamosteyên xwe kêfxweş im û ji dibistana xwe jî pir hes dikim. Ji bo hevalên xwe yên ji perwerdeyê dûr ketîn jî vê dibêjim; werin bi me re fêr bibin, tiştek ji zanistê xweştir nîne. Em hêvîdar in berî gavekê vegerin bajarê xwe, çimkî min pir bîriya kolanên wî kiriye.”