Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîs û 4 şaredariyên girêdayî wê, di civînekê de projeyên ku herî zêde xizmeta şêniyan dikin pêşkêşî Komîteya Şaredarî û Parastina Ekolojiyê ya kantona Qamişlo kirin.
Komîteya Şaredarî û Parastina Ekolojiyê ya kantona Qamişlo bi armanca diyarkirina projeyên ku wê 2020`an dest bi wan bike, bi şaredariya navçeya Til Hemîs û 4 şaredariyên girêdayî wê (Ebû Cirin, Ukaz, Til Ehmed û Ceza) re civiya.
Di civînê de komîteya şaredariyan pereyên projeyên xizmetguzariyê ku ji aliyê şaredariya Til Hemîs a navendî û şaredariyên girêdayî wê hatine pêşkêşkirin diyar kirin. Piraniya projeyan xizmeta bi hezaran şêniyên navçeyê û gundewarên wê dikin.
Di civînê de Hevserokên komîteya Şaredarî û Parastina Ekolojiyê Mesûd Yûsif, axivî û diyar kir ku şaredariyên li herêmê sala 2019`an gelek proje pêk anîn û got:”Xizmet gihîşt tevayiya navçeyan.”
Paşê her şaredariyê projeyên xwe yên 2020`an pêşkêşî komîteya şaredariyan kirin. Tê payîn ku di nava 3 mehan de bi dawî bibin. Ji wan projeyan qîrkirina riyan, kanalîzisyon, xetên avê û hwd. hene.