KOBANÊ
Bi durişma “Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e” bi hezaran jinên bajarê Kobanê beşdarî şahiya Roja Jinan a Cîhanê bûn. Şahî li Qada Jinan a Azad bi beşdariya jinên herêma Firatê li dar ket.
Qad bi al, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşeran û alên Kongreya Star hat xemilandin.
Di şahiyê de berdevka Kongreya Star a Kobanê Zehra Berkel axivî û 8’ê Adarê li têkoşer û jinên cîhanê tevan pîroz kir. Zehra Berkel wiha axivî: “Ji vir, ji Qada Jinan a Azad ji bajarê Kobanê, bajarê berxwedanê em vê rojê li jinên azad û cîhanê pîroz dikin û şehîdên azadî û berxwedêr bîr tînin.”
Hevseroka Meclisa kantona Girê Spî Hêvîn Îsmalî jî ku axivî wiha got: “Bi navê kantona Girê Spî ya dagirkirî em dibêjin; dewleta Tirk a dagîrker jin û zarok berî mêran koçber kirin. Çimkî ji wan ditirse.”
Şahî bi pêşkêşkirina Koma Hîlala Zêrîn a stiran, şano û dîlanê bi dawî bû.
HELEB
Li Helebê, 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li qada taxa Eşrefiyê bi beşdariya bi sedan jinan hat pîrozkirin.
Piştî axaftinan, koma Hêvî ya Zarokan dîlanên folklorî, koma Seyacîn a Stiranan daketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêşî kirin.
Pîrozbayî bi bi govend û durişman bi dawî bû.
DÊREZOR
Jinên gundewarê rojhilat û rojavayê DêrEzorê bi durişma “Têkoşîna me azadî ye. Berxwedana me serkeftin e” 8‘ê Adarê bi coşeke mezin pîroz kirin.
8ê Adarê li Cizîr, Reqa, Şehba û Minbijê jî bi coşeke mezin hatin lidarxistin.
Çalakiyên şahiyan yên bi pêmana Roja Jinan a Cîhanê li herêma Cizîrê, Reqa, Şehba û Minbicê bi beşdariya jinên Kurd, Ereb û Suryan bi cilên folklorîk û bi durişma “Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e” bi coşeke mezin hatin lidarxistin.
Di şahiya Roja Jinan a Cîhanê ya li kantona Şehbayê de jinên koçber ên Efrînê destkariyên xwe yên taybet pêşkêş kirin.
Jinên ku di şahiya 8`ê Adarê ya li Reqayê de axivîn, diyar kirin ku “8`ê Adarê sembola şoreşa jinan e.”
Jinan di şahiya 8`ê Adarê ya li Şehbayê de diyar kirin ku çirûska jinan pê xistî, venamire û li seranserê cîhanê ronî da.
Jinên kantona Qamişlo bi pêmana 8’ê Adarê axivîn û gotin, “Em bi destkeftiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di her qada jiyanê de bi dest xistîn, serbilind in. Wê dîrok ji YPJ’ê re bibe şahid. Bi wê re jî wê mîrase ji nifşekî piştî têkbirina rêxistina terorîst DAIŞ’ê derbasî nifşekî nû bibe.”