Mihemed Şêxo yek ji wan hunermendan e ku êşa gelê xwe di nava stranên xwe de vegotiye. Mihemed Şêxo berî 31 salî jiyana xwe ji dest da û niha bûye sembola hunera Kurdî.
Hunermend Mihemed Şêxo sala 1948’an li gundê Xecukê yê başûr rojavayê bajarê Qamişlo ji dayîk bûye. Di malbateke ku ji 14 endaman e. (dê, bav, 6 kur û 6 keç) Mihemed Şêxo kurê herî mezin e. Dilê wî dikeve xwendekara wî ya bi navê Nesrîn Hisên Melek, heta digihîje asta eşqê. Ji ber wê jê re strana `Nesrîn` distirîne. Pişt re pê re dizewce û 4 zarokên wan çêdibin ( Felek, Ibrahîm, Birûsk û Bêkes).
Mihmed Şêxo dibistana seretayî li gundê xwe dixwîne, dibistana navî jî li bajarê Qamişlo temam dike. Xwişka wî Amşe Şêxo dibêje, “Ji ber ku serketî bû pênûsa zêrîn girt.”
Di sala 1965`an de çavên Mihemed Şêxo lewaz dibin, ji ber wê leşkeriyê nake.
Mihemed Şêxo êşa welêt di stranên xwe de rave kir. Wek hunermendê xizanan hat naskirin. Şêxo di stranên xwe de bal dikişand ser êşa gel yên li her çar parçeyên Kurdistanê.
Xwîşka wî Amşe Şêxo (70) ku niha li gundê Temu ye got, “Dema Mihemed Şêxo ciwan bû dest bi rêwîtiya hunerê kir. Bizq ji galonên zeytê, text û tayên ji biskên hespan çêdikir.”
JİYANEK Lİ KOÇBERİYÊ
Mihemed Şêxo ji ber zordariya dewleta Sûriyê jiyana xwe bi koçberî û penaberiyê derbas kiriye. Di sala 1970`an de berê xwe dide paytexta Lubnanê Beyrûtê û li wir derdora 4 salan dimîne.
Di salên li Lubnanê dimîne de, du caran diçe Iraqê û li wir hinek stranên xwe di radyoya Bexdadê ya beşa Kurdî de tomar dike. Li wir gelek hunermendên Kurd mîna Tehsîn Taha, Mihemed Arİf Cizîrî û Îsa Berwarî nas dike. Di serdana duyem de di sala 1973`yan de bi Mele Mistefa Berzanî re dicive.
ALBÛMA YEKEMÎN
Di sala 1974`an de vedigere Sûriyê û yekemîn albuma xwe li Şamê paytexta Sûriyê tomar dike. Lê ji ber ku navarokên stranên wî neteweyî ne, rastî zextên rejîma Baas tê. Ji ber wê sala 1974`an berê xwe bide başûrê Kurdistanê. Li wir tevlî pêşmergeyan dibe diçe bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê û albuma xwe ya duyemîn tomar dike. Ji ber stiranên wî yên neteweyî Îran jî wî dişine bajarê Qezwîn. Li wir jî tê sûcdarkirin û darizandin. Ji ber wê di sala 1983`an de tevî malbata xwe vedigere Qamişlo. Xwişka wî Amşe dibêje, “Min alîkariya wî dikir û nêzî salekî min li gund veşart.
GİRTİN Û IŞKENCE
Amşe diyar kir ku Mihemed Şêxo gelek caran ji hêla rêveberiya dewleta Sûriyê ve hatiye girtin û got: “Carekê li girtîgeha Hesekê hat girtin. Li wir heya 15 rojan hate işkencekirin. Lê wî biryara xwe dabû, digor ez dev jê bernadim. Careke din li bajarê Dêrikê hate girtin û gefa jêkirina ziman û tiliyan lê hat xwarin. Lê Mihemed Şêxo ji wan re got,”Eger hûn qut bikin ezê bi tiliyên lingê xwe lê bidim.””
Stranên Mihemed Şêxo bi taybetmendiya xwe ya netewî û şoreşgerî dihatin naskirin. Ji guhdaran re çîroka gelê Kurd û azarên wî wek stran vedigotin.
KOÇA DAWÎ
Di 6`ê Adara 1989`an de Mihemed Şêxo piştî derketina ji girtîgehên Baas kirîza dil derbas kir. Yekser wî dibin nexweşxaneya Watanî ya Qamişlo. Lê di sibeha 9`ê Adarê de jiyana xwe ji dest da û li pey xwe mîrasek hunerî ji 120 stranan hêla.
Bi deh hezaran şêniyên bajarê Qamişlo hunermendê nemir Mihehemed Şêxo li Goristana Hilêliyê spartin
Îro piştî derbasbûna 31 salan li ser wefata hunermend Mihemed Şêxo, hê dengê wî ji tevahiya aliyên bajêr tê. Mîna ku zindî be.